Ev fotograf yek ji fotografên herî navdar ê maçkirinê ye û niha peykera wê hate çêkirin.
Di Şerê Cîhanê yê 2'yemîn de, çawa şer diqede li DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), li Qada Times a li New Yorkê leşkerek hemşîreyeke maz kir. Ev fotograf li dinyayê navdar bû û her sal hezkiriyên hev li meydanan hatin bahev û ew kêlî careke din zindî kirin. Niha peykera wê fotografê maçkirinê hat çêkirin. Peykar 8 metre ye û li heman cihê wê maçkirinê hat daçikandin.
Peyker di 65'em3in salvegera serketina DYA ya li hemberî Japonyayê de bi merasimekê hat vekirin.
Di dema merasima vekirinê de sirûda leşkerî bi enstrumanê anîn ziman û hezkiriyan jî hev maçî kirin û ew kêlî jîndar kirin.
Notên li ser fotografê: Fotograf ji aliyê Alfred Eisenstaedt ve wekî reş û sipî hatibû kişandin. Foto pêşî di kovara Life de hatibû weşandin û li dinyayê navdar bûbû. Pêşî kesî nas nekiribû ku ew leşker û ew hemşîre kî ne. Hemşîre Edith Shain di salên 1970'yan de eşkere kiribû ku kesa di fotografê de ew bi xwe ye,lê hê jî kes nizane ew leşker kî bû. (The Daily Mail)