Diyarname
Di Euro 2020 de rojek balkêş bû. Sê maç hebûn û di diduyan de balkêşî derketin, ya sêyemîn ne surprîz bû.
Eriksen tûjî erdê bû
Di maça Danîmarka û Fînlandiyayê de di deqîqeya 42'yan de lîstikvanê Danîmarkayê Christian Eriksen ji xwe çû. Peywirdarên tenduristiyê li nava sehayê demek dirêj mudexele kirin, paşê bi sedyeyê ew birin hundir. Piştî mudexeleyê Eriksen rakirin nexweşixaneyê. UEFA'yê li ser vê yekê maç taloq kir. Lê piştî agahî ji nexweşxaneyê hat ku Eriksen baştir e, maç ji cihê mayî dom kir.
Fînlandiya ku yekem car derketibû tûrnûvayê bi şûtek, her wiha golek maç bi dest xist. Ev gola Pohjanpalo di heman demê de bû yekem gol ku li ser navê Fînlandiyayê di Euro 2020 de tê avêtin.
Wekheviya Galler û Swîsreyê
Di Koma A de maça Galler û Swîsre hebû. Her duyan her yek golek avêt û maz bi 1-1'î bi dawî bû.
Ji bo Belçîkayê surprîz nîn e
Belçîka yek ji favoriyên vê tûrnûvayê ye û kes ne li benda surprîzê bû. Belçîkayê bi du golên Lukaku û golek Neunier bi 3-0'ê zelal Rusya têk bir û sê pûnanên xwe kirin bêrîka xwe.
Maç li Rusyayê li stada Saint Petersburgê bû. Rusyayê Belçîkaya ku di rêzeya FIFA'yê de li asta herî jor e kir mêvan. Lê mêvanî bi mêvandariya xwe nezanî: Hê di deqîqeya 10'an de lîstikvanan gog avêt pişt parastina rusan, Lukakuyê ku ew gol xweşik girt, golek li ser texteyê nivîsî: 1-0.
Di deqîqeya 34'an de Thorgan Hazard li aliyê çepê qurziya pêşsehayê gog bilind kir, Meunierê belçîkî bi serê xwe lêda, encam derxist 2-0'î. Nîveka yekemîn wisa bi dawî bû. Û Lukakuyê ku di deqîqeya 88'an de careke din derket ser dikê got sê pûan ên me ne. Lukakuyê bezîner bi lez baz da pişt defansê û xwe gihand goga ku ji bo wî hatibû şandin. Lukakû bi lêdaneke xweş gola xwe ya diduyan û ya sêsêyan a tîma xwe avêt. Wekî nota dawî Lukaku piştî gol avêt çû ber kamerayê û bi gotina "Ez ji te hez dikim Eriksen" piştgirî da lîstikvanê li nexweşxaneyê.
Bi vê encamê di Koma B de Belçîka di rêza yekemîn de, Fînlandiya di rêza duyemîn de xwedî 3 pûnan in û dûre Danîmarka û Rusya tên ku pûanên wan nîn in.