DANA OMER / ROJNEWS
Karek wisa hêsan nîn e ku bizanin meaşê rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê çiqas e. Ev jî ji ber dû sedeman e. Ya yekem nebûna agahî û detayên rast di destê gel û rojnamegeran de. Ya duyem jî ew jiyana ku ev rayedar dijîn ew çende luks e ku bi meaşên tê girtin jî negunce û jiyaneke pir li ser vê meaşê re ye.
Meaxê Serokan
Ji bo lêkolînek di vê derbarê de bikin me pêwendî ligel Serok û Cîgirê Komîsyona Darayî ya li Parlementoya Herêma Kurdistanê, Serokê Komîsyona Pîşesazî û Enerjiyê ya li Parlementoya Herêmê, her wisa me pêwendî ligel Serokê Komîsyona Pîşesesazî û Darayî ya Meclisa Parêzgeha Silêmanî girt. Me ev agahî jî ji van çavkaniyan girtin.
Li Herêma Kurdistanê meaşê herî zêde Serokwezîr, Serokê Herêmê, Serokê Parlementoyê û Serokê Desteya Dadê digire ku dike 10 mîlyon dînarê Iraqê.
Meaşê Wezîran
Piştî wan jî meaşê wezîr û endamên parlementoya Herêma Kurdistanê tê ku dike 8 mîlyon dînarê Iraqî.
Paşê jî meaşê alîkarên wezîran û waliyan tê ku ev jî mehane dike 4-5 mîlyon dînarê Iraqî.
Di rêza pişt wê re meaşê rêveberên giştî û endamên meclisa parêzgehan tê ku meaşê wan mehane 2 mîlyon û 700 hezar dînar e.
Meaşê rayedarên payebilind û rêveberên giştî, fermandarên payebilind jî mehane ji 940 hezar destpê dike heya şeş mîlyon dînar.
Meaşên Herî Kêm
Meaşê herî kêm jî yê kêm endam û kesên xwedî pêwîstiyên taybet tê ku mehane 150 hezar dînar dike. Meaşeke din jî heye ku ji aliyê Çavdêriya Civakî ve tê dayîn ev jî mûçeyên ji bo jinebî, extiyar û yên wekî van digirin ev jî 60 hezar dînar e.
Em li vir digihîjin vê encamê ku newekheviyek û ferqeke pir mezin heye. Meaşê Serokwezîr 67 qat meaşê xwe ji yê mirovên kêm endam û kesên pêwîstiyên xwe yên taybet hene.


