Her helbest diþibe axa xwe
Rêdûr DÎJLE
Berî bi çend rojan, di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de encama Pêþbirka Helbestan a Arjen Arî ya 9’an eþkere bû. Di pêþbirka îsal de dosyeya bi navê “An jî gilî gotinên li ser hatinê” bi ser ket. Ewilî, wekî endamekî juriya pêþbirka îsal, xwedanê vê dosyeya ku ji bo helbesta kurdî cihê hêviyê ye, pîroz dikim. Hêvî dikim, dewam bike…
Helbet ji heft dosyeyên ji bo pêþbirkê hatibûn þandin, her þeþên din jî dosyene hêja bûn û xwedanê her yekê ji wan dosyeyan jî pîroz dikim, ji ber keda wan û hevrêtiya wan a bi helbestê re. Lê ji ber ku di pêþbirkê de dosyeyek bi tenê dê bi ser biketa, em endamên juriyê jî, gere me di nava dosyeyan de ya herî çê bibijartana, li gorî hevrêtiya xwe ya bi helbestê re. Li gorî vê hevrêtiya xwe me, pirraniya endamên juriyê raya xwe da dosyeya ku bi helbestên xwe hîn bêhtir em ber bi xwe ve kaþ kirin. Helbet serketina vê dosyeyê nayê wateya ku dosyeyên din “xirab” in û gere “biserneketina di pêþbirkê de” jî bi tu awayî nebe cihê nemana hêviyê di warê helbestê de.
Min çima raya xwe da dosyeya “An jî gilî gotinên li ser hatinê”?
Helbet li vir derfeta min a ku ez li ser dosyeya bijartî bi hûrgulî bisekinim tune ye û ji ber ku dosye hê nehatiye çapkirin, ez ê nikaribim raza wê ji niha de xera bikim. Lê ez ê karibim bi kurtasî bibêjim, bê ka min çima “An jî gilî gotinên li ser hatinê” bijartiye.
Berî her tiþtî ji vê dosyeyê ked difûriya, kedeke berbiçav. Li gorî ên din bêhtir di guvaþtina her ristê de peyv þilopilo dibûn. Ma di helbestê de ji pîvanên girîng yek jê jî ne ew e ku riste hevwêneyê tahb û keda helbestkêr be? Ma di helbestê de yek ji pîvanên girîng jî ne zimanê helbestkêr e ku kite bi kite xwe digihîne ya di kûr de veþartî û radimûse?.. Lewma wekî endamekî juriya vê pêþbirkê ji ber ku min jî ev ked dît, ji ber ku min jî li ser navê Arjen Arî raya xwe da vê dosyeyê û ji ber ku ev dosye bi ser ket, dilrihet im.
Çima dilrihet im?
Di helbestê de yek þêwe, didu zimanê helbestkêr û sisê jî naverok girîng in, pîvanine bivênevê ne. Belkî niha zû be ji behskirina þêweyê xwedanê vê dosyeyê, lê teqla ku wî hewl daye li zimên bixe, hêdî hêdî þêweyê xwe jî kifþ dike û ji niha ve kirasekî jê re difesilîne. Her wiha gava mirov li dosyeyê mêze dike, helbesta wê careke din hem bi bîr dixe hem jî dipirse, bê ka “naveroka helbestê dikare çi be li vî welatî?” Ji êþê, ji serîhildanê, ji lehengiyê, ji girî, ji bêrîkirinê, ji evînê… Ji ber çi? Ez dibêm, ez bersiva “ji ber çi”yê yekser ji devê Arjen Arî neql bikim, wê tam di cî de be: “Ji ber ku her helbestkar diþibe axa xwe. Wexta meriv þairekî jî bêhn bike, wexta meriv helbestekê jî bêhn bike, bêhna axa wî jê tê…”
Wer yeqîn dikim, heger gorbihuþt û cangoriyê helbesta kurmanciya reþ Arjen Arî sax bûya û ew yek ji juriyên pêþbirkeke bi vî rengî bûya, wî jî dê yekser dosyeya Bahadîn Akhan bibijarta. Ji lew re, bi gotina wî: “Em mecbûr in helbesta xwe li ser koka helbesta xwe ya mayî ava bikin, ji bo ku bibe dareke geþ û pirþax. Yan na, em rabin ser xwe, em helbesteke yan jî þêweyekî helbestê îtxal bikin, sibê dusibe wê xelk henekên xwe bi me bikin…”
hey hewar*
termê min di xwînê de bangor:
ax sor ezman sor birîn sor
xeliya dilê Xwedayên li jor
û çiya kanî bi kanî verþiya:
diranên xwe sûtin bi goþtê min
weslên min jê kirin weslên min:
pêþî guhê min
bi dû re sitr
û bi dû re...divn!
qesab in!
dest bi qezetore, keftar!
segên har in segên har!
hey hawar,
miriyan jî dikujin di vî þerî de
*Arjen Arî, ji pirtûka “Þêrgele”
Ji Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin