Umran Aran
Her ku diçe em dibin şahid ku di bin karîgeriya tirkî de kurmancî xera dibe[1] û ji eslê xwe bi dûr dikeve. Em dibînin kopîkirina tirkî di kurmancî de bêtir dibe. Ji vê xerabûnê tiştê ku herî zêde mirov aciz dike, xerabûna di warê hevoksaziyê de ye. Ji ber ku hevoksazî esasê zimanekî ye. Zimanek bi temamî bê peyv be jî ku hevoksaziyeke wî ya xweser hebe, ew ziman heye. Tiştê ecêb yên ku şaşiyên hevoksaziyê dikin bi piranî ne mirovên asayî ne ku li sûkê û li malê bi kurmancî dipeyivin, ew mirov in ku serê xwe bi xwendin û nivîsîna kurmancî re diêşînin.
Yek ji van şaşiyan derbarê bikaranîna lêkera bûnê de ye ku her ku diçe zêde dibe, lê kesên ku rast bi kar tînin jî gelek in. Bi maneya “iyi olur” û “iyi olurdu”ya tirkî gelek kes dibêjin/dinivîsin “baş dibe”, “baş dibû.” Ev bikaranîn şaş e! Divê li şûna ya ewil “wê baş be” û li şûna ya duyem “wê baş bûya” bê gotin. Lê hema hûn li twîtterê tenê “baş dibe”, “baş dibû” binivîsin, hûn ê bibînin ku ji weşangeran heta edîtor û rojnamegeran gelek kes vê şaşiyê dikin. Lê ne tenê di twîtterê de, di meqaleyên zanistî jî de ev şaşî hene. Ka em hewl bidin şaşiya vê yekê nîşan bidin.
Lêkera bûnê bi maneya “to be”ya îngilîzî, lêkereke statîv e ku nabe di xuyanga berdewam de rûbide. Em kêşanên lêkera bûnê li gor kesê sêyem bi mînakekê bînin bîra xwe: Ew li malê ye, Ew li malê bû, Ew dê li malê be. Em dibînin ku lêkera bûnê bi maneya “to be”yê xwedî sê forman e: e/bû/be. Kes dibêje “Ew li malê dibe” gelo?[2] Ev ne mimkun e, bûn nîşankera berdewamiyê “di-”yê[3] bi rengdêran re distîne, ku li wir êdî ne bi maneya “to be”yê ye, bi maneya “become” yan “get”ê ye. Bo nimûne Av şolî dibe. Li vir prosesek, berdewamiyek heye. Av şolî ye. Su bulanık e. Lê Av şolî dibe, Su bulanıklaşıyor e. Ku li vir maneya wê ne to be ye, lê get e.
Di kurmancî de rewşên farazî bi “ê/dê/wê[4] + sûbjonktîf û îrrealîsê” tên nîşandan.[5] Bi tesîra dema fireh ya tirkî û dema nuha ya tirkî ev yek di kurmancî de, di lêkera bûnê de tê şaşkirin. Bi tirkî Yarın orda olur, bi kurmancî ev e: Ew ê sibê li wir be. Bi tirkî Bu aralar oraya gider, bi kurmancî ev e: Ew ê vî çendî biçe wir. Em dibînin ku ev bi dema fireh ya tirkî ne û rewşên farazî ne. Lê heger rewşa berdewam be, mesele diguhere. Bi tirkî Şimdi oraya gidiyor, bi kurmancî ev e: Ew nuha diçe wir.
Em li ber roniya van agahiyan li meseleya baş bûnê binêrin. Ji ber ku şaşî ji mentiqa tirkî tê, rastî jî dê bi awayê herî baş bi berawirdkirina wî re diyar bibe. Dema ku em dibêjin Baş dibe, ev İyi oluyor/iyileşiyor e. Hasta iyileşiyor: Nexweş baş dibe. Li vir prosesek heye, xuyanga berdewamiyê heye. Gelirse iyi olur: Ew bê, wê baş be.[6] Gelseydi iyi olurdu: Ew bihata, wê baş bûya. Lê ev rewşên farazî, pêknehatî ne.
Naxwe divê bi maneya farazî em di kurmancî de bibêjin wê baş be (iyi olur) û wê baş bûya (iyi olurdu), ne ku baş dibe (iyileşiyor) û baş dibû (iyileşiyordu)![7]
[1] Belkî li gor hinekan ev ne xerabûn, lê guherîn be. Lê ez wisa nafikirim; zimanekî derfeta derbirînê hebe, lê dev ji qalibên xwe berde û yên zimanekî din bi kar bîne, ev ne nîşaneyeke baş e.
[2] Ji bo zanyariyên berfirehtir di mijara xuyangê de, li nivîsara me ya bi navê “Xuyang û Forma Rêzimanî ya Rewşan di Kurmancîyê da” binêrin. https://dergipark.org.tr/tr/pub/folklorziman/issue/57653/819106
[3] Bi heman awayî bûn bi maneya “to be”yê nîşankera sûbjonktîfê “bi-”yê jî dubare nastîne. Bo nimûne em nabêjin Ez ê seetek din li wir bibim, lê dibêjin Ez ê seetek din li wir bim. Li vir nîşankera “bi-”yê jixwe tê de heye. Sûbjontîfên bûnê ev in: bim, bî, be, bin. Ev bi vî awayî çêbûne: “bi+im/î/e/in”. Lê belê bi maneya become û getê, “bi-”ya bûnê eşkere ye. Bo nimûne: Ew nuha nexweş e, lê wê heta sibê baş bibe. Li vê derê binyat ev e: bi+b (reha dema nuha ya bûnê)+e (kopula). Di vî warî de jî hin kes şaşiyan dikin.
[4] Weku hûn dizanin ew dê/ê dibe wê.
[5] Ji bo zanyariyên berfirehtir di vê mijarê de, li nivîsara me ya bi navê “Partîsîp û Raweyên Neragihandinî di Kurmancî de” binêrin. https://diyarname.com/news.php?Idx=41952
[6] Ne şert e li serê hevokê ku/ger/heger/heke hebe, binyata hevokê jixwe mercî ye.
[7] Yan jî ê/dê baş be, ê/dê baş bûya.
***
Hin nivîsên Umran Aran ên ku berê di Diyarnameyê de derketine:
- Pirsgirêka Binavkirina “Dersên Hilbijêrkî”
- Umberto Eco û Remezan Alan yan jî çima Saturn bi ser neket?
- Stratejiyên Cihguhertinê û Hevokên Kompleks di Kurmancî de
- Partîsîp û Raweyên Neragihandinî di Kurmancî de
-
***
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com


