Diyarname
Rojnameger Umit Ozdal ku ev 52 roj bûn li Amedê li nexweşxaneyê dihat dermankirin, mir. Cenazeyê wî îro li gundê Palûke ya Amedê hat definkirin.
Rojnamegerê ji Amedê Umît Ozdal roja 9'ê adara 2025'an nexweş ketibû. Ew rakiribûn nexweşxaneya Gazi Yaşargil Egitim-Araştirmayê. Diyar bû ku xwîn çûbû zer mejiyê wî. Ji wê demê ve li nexweşxaneyê dihat dermankirin lê nekarîn rizgar bikin û îro mir. Cenazeyê wî bi beşdariya malbat û hin rojnamegerên hevalên wî li gund hat definkirin.
Rojnameger Umît Ozdal 44 salî bû, ev 21 sal bûn karê rojnamegerî dikir. Herî dawî ji bo Ajansa Reutersê dixebitî.


