Diyarname
Piştî girtina Hevserokên HDP'ê û mebûsên HDP'ê, partî biryar dabû ku ji xebatê meclisê vekişe, beşdarî xebatên komîsyon û lijneya giştî nebe.
Dûre Lijneya Rêveberiya Navendî ev biryar li Amedê û li cihên din ligel partî û rêxistinên ligel HDP'ê ne nîqaş kir. Herî dawî, dawiya vê hefteyê li Amed û Stenbolê jî ev biryar di nava xwe de nîqaş kirin û di encamê de biryara vegera xebatên meclisê hat dayîn. Ev biryar duh di civîneke de careke din hat nîqaşkirin û hat bi encamkirin. Li gor vê biryarê HDP'ê dê dîsa vegere nav xebatên li Meclisa Tirkiyeyê. Di nîqaşan de hat gotin ku bi zordarî û girtina dixwazin HDP'ê bê bandor bikin, yek ji lingek vê jî ew e ku HDP di meclisê de jî bê tasfiyekirin, ji ber vê yekê hat xwestin ku HDP vegere meclisê.
Îro roja civîna Komên Meclisê yê her car partiyên li meclisê ye. HDP jî di civîna Koma Meclisê ya îro de dê vê biryara xwe bi awayekî fermî ragihîne raya giştî. Civîna Koma Meclisê ya HDP'ê îro saet 12.30 de ye.