logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

Li dibistanên 7 eyaletên Almanyayê dersên kurdî têne dayîn (Va ne hemû agahî)

  • Dîrok: 10/03/2025
  • Beş: Serbest

___Zekî Ozmen___

Li gelek eyaletên Almanyayê dersên kurdî bi fermî li dibistanan têne dayîn. Niha li dibistanên 7 eyaletan ên vî welatî derdora 2600 şagirt diçin dersên kurdî. Va ne kîteyên meseleyê.

Rewşa dayîna dersên kurdî li her eyaletê ji hev cuda ye 
Almanya ku welatekî federal e, ji 16 eyalatan pêk tê. Perwerdehî û rêveberina dibistanan girêdayî wezaretên perwerdehiyê yên eyaletan e. Ji ber vê yekê pergala perwerdehiyê ya her eyaletê xweser e û heta astekî ji hev cuda ye. Di warê dayîn û mafê dersên kurdî de jî rewşa hemû eyaletan ji hev cuda ye. 

Dersên kurdî di salên 1990’an de destpêkirin
Li Almanyaya ku niha nêzîkî sê mîlyon kurd lê dijîn, li eyaleta Bremen di destpêka salên 1990’an de wekî yekem eyalet dest bi dayîna dersên kurdî kir û ev kevneşopî hê jî li wir berdewam dike. Piştre hinek eyaletên din jî dest bi dayîna dersên kurdî kirin. Yek ji van eyalatan jî Hamburg bû ku bi salan dersên kurdî li dibistanan hebû û ev demeke ji ber bêelaqetiya şagirt û dê û bavan rawestiya.
Li gor agahdariyên me ji wezaretên perwerde yên her 16 eyaletên Almanyayê standin, niha ku demsala xwendinê ya 2024/2025’an e, li 7 eyaletan derdora 2600 zarokên kurdan diçin dersên kurdî. Ev ders li hinek eyaletan di çarçoveya “Dersa Zimanê Zikmakî” û li hinekan jî weke “Dersa Zimanê Biyanî” têne dayîn. 

Bi giştî li 97 dibistanên 7 eyaletan dersên kurdî têne dayîn
Li gor agadariyên me yek bi yek ji wezaretên perwerdê yên hemû eyaletan girtin, bi giştî li 97 dibistanên 7 eyaletan dersên kurdî têne dayîn. Her wiha 30 mamosteyên kurdî li wan dibistanan peywirdar in. Mûçeyê mamosteyan jî ji nava bûdçeya wezaretên perwerdê yên eyaletan tê veqetandin. 

Eyalet bi eyalet rewşa dersên kurdî
Li Almanyayê yekem eyaleta dest bi dersên kurdî kir Bremen bû û ya herî dawî jî destpêkirî eyaleta Saarland e. Ev e yek bi yek hurguliyên rewşa dersên kurdî yên her 7 eyaletan:

BREMEN
Li Bremenê ji 1993’ê ve li dibistanan dersên kurdî têne dayîn. Niha jî 2 mamoste heftane 56 saetan dersên kurdî wekî “Dersa Zimanê Zikmakî” li 8 dibistanên seretayî dersa kurdî didin. Beşdariya li her 8 dibistanan ji 187 şagirtan pêk tê.  

NRW 
Li eyaleta Nordrhein-Westfalen ji sala 1998’ê ve dersên kurdî têne dayîn. Heta sala 2018’an dersên kurdî di çarçoweya “Dersên Zimanên Din” de li gelek dibistanên bajarên vê eyaletê dihatin dayîn. Statuya kurdî ya li dibistanan di sala 2018’an de hate guhertin û kete çarçoveya “Dersa Zimanê Zikmakî. Niha li vê eyaletê ji pola 1 heta 10’ê li 68 dibistanan dersên kurdî têne dayîn. Ders dikare heftane heta 5 saetan werin dayîn. Bi giştî 18 mamoste li van dibistanan dersên kurdî didin 1.842 şagirtên kurd. 

NIEDERSACHSEN
Li Niedersachsenê ji 2006´an ve dersên kurdî li dibistanan têne dayîn. Wezareta Perwerdê ya Niedersachsenê ji ber ku hejmara demsela xwendinê ya niha di destê wan de hê ne berdest bû, hejmarên demsala borî ya xwendinê ji me re ragihandin.
Di demsala xwendinê ya 2023/2024’an de 4 mamosteyan di çarçoveya “Dersên Zimanê Biyanî” de li 13 dibistanên seretayî dersên kurdî dan 338 dan şagirtan. Bi giştî heftane 85 saet ders di 42 gruban de hatin dayîn. 

RHEINLAND-PFALZ
Li Rheinland-Pfalzê ev 10 sal in kurdî wekî “Dersa Zimanê Zikmakî” li dibistanan tê dayîn. Soranî sala 2015’an û kurmancî sala 2019’an dest pê kir. Dersên kurdî bi giştî li 7 dibistanan têne dayîn û niha 143 şagirt beşdar dibin. Ji van mamosteyek li 6 dibistanan bi beşdariya 85 şagirtan dersên kurmancî dide. Her wiha mamosteyek jî li dibistanekî dersên soranî dide 58 şagirtan. Wekî piraniya eyaletan beşdariya “Dersên Zimanê Zikmakî” li ser daxwaza dê û bavan e û ne mecbûrî ye. Her wiha nota dersê ji bo derbaskirin û yan jî nederbaskirina polê ne xwedî rol e. Lê belê şagirtên nû tên û ji pola 6 û pê de dest pê dikin, piştî beşdariya ezmûnekî dikarin zimanê xwe wekî “Dersa Zimanê Biyanî” jî hilbijêrin. Nota vê dersê wekî notên asayî tê hesêbê. Di demsala dibistanê ya 2023/2024’an de bi vê minasebetê du şagirt ji bo kurdî beşdarî vê ezmûnê bûn lê vê demselê tu kes beşdar nebû.
Her wiha eyaleta Rheinland-Pfalz ji bo  “Dersên Zimanê Zikmakî” yên 19 zimanên cur bi cur di sala 2024´an ji budçeyê 10 mîlyon Euro xerc kir. 

BRANDENBURG 
Eyaleteke din a ku di çarçoweya “Dersên Zimanê Zikmakî” de dersên kurdî lê tê dayîn jî Brandenburg e. Dersên kurdî ji 2018’an ve li vê eyaletê têne dayîn. Li gor agahdariyên Wezareta Perwerdê ya Brandenburgê dane me, li wê eyaletê di demsala xwendinê ya 2023/2024´an de li 2 dibistanan 27 şagirt beşdarî dersên kurdî bûn. Her wiha mamosteyekî li gor saetên xwe yên dide heqdesta xwe bistîne pewirdar e. Her wiha li eyaletê derfeta ku şagirt ji pola 6 heta 13´an beşdarî “Azmûna Piştrastiya Zanîna Zimên” bibin û bi wî awayî zimanê wan ê dayikê wekî dersa “Zimanê Biyanî” were pejirandin heye. Notên vê dersê ji bo mayîn û yan jî derbaskirina polê derbasdar in. Wekî mînak di demsala xwendinê ya 2022/2023´yan de 7 şagirt tevlî vê azmûna bi kurdî bûn. Ji hêla din ve Wezareta Perwerdê ya Eyaletê ji bo kurdî û zimanên din di demsala derbasbûyî ya dibistanê de 530 hezar Euro ji budçeya xwe terxanî “Dersên Zimanê Zikmakî” kirin.

BERLÎN
Li Berlînê ji sala 2020´an ve dersên kurdî wekî “Dersên Zimanê Biyanî” têne dayîn. Mamosteyek hem ji bo kurmancî û hem jî ji bo zazakî li 4 dibistanan dersan dide 56 şagirtan. Dersên kurdî hefteyê 2 saet in. 

SAARLAND
Eyaleta ku herî dawî dest bi dayîna dersên kurdî kiriye Saarland e. Dersên kurdî di nîvdemsala xwendinê ya 2024/ 2025´an, ango sibata/rexemiya îsal dest pê kirin. Li vê eyaletê jî dersên kurdî di çarçoweya “Dersên Zimanê Zikmakî” de têne dayîn. Bi giştî 58 şagirt hefteyê du saetan piştî nîvro li 3 dibistanên seretayî û li lîseyekî diçin dersên kurdî. Ji bo dersên li her çar dibistanan 2 mamosteyên kurdî pewirdar in. 

Eyaleta Hamburgê neynika elaqeya kurdan a ji bo dersên kurdî ye
Li Almanyaya ku nêzîkî 3 mîlyon kurd lê dijîn, eyaleta Hamburgê mînakeke berbiçav a bêelaqetiya hem sazî û hem jî ya dê û bavên kurdan a ji bo dersên kurdî yên li vî welatî ye. Li Hamburgê dersên kurdî yên li dibistanên eyaletê di sala 1994´an de destpêkirin. Li gor daneyên di destên me de di demsala xwendinê ya 2001/20021´ê de li 5 dibistanan derdora 150 şagirt beşdarî dersên kurdî bûn. Di demsala xwendinê ya 2007/2008´ê de ji ber nebûna eleqeyê êdî dersên kurdî tenê li dibistaneke vê eyaletê hatin dayîn. Ev demeke êdî dersên kurdî nayên dayîn. 

Daxwazên heyî ji hev belawela ne
Daîreya Dibistanan a Hamburgê derbarê rewşa niha ya dersên kurdî de ji me re ragihand ku car caran şagirt û yan jî dê û bav daxwaza dersên kurdî ji wan re tînin zimên. Lê belê ji ber şagirên vê daxwaziyê dikin ji hêla herêmî ve ji hev gelekî berbelav in, çêkirina komên dersê li gor plan û li gor temenê şagirtan pêkan nabe. Wezaret zehmetiyeke din jî wekî nebûna mamosteyên kurdî yên bi kalîfiye û nebûna meteryalên kurdî destnîşan kir. Nebûna bernameya bingehîn a fêrbûna kurdî jî wekî zehmetiyeke din a pêkanîna dersên kurdî li Hamburgê hate nîşandan. 

 

 ***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 ***

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1

MAIL: diyarname@diyarname.com   

 

***********************

Dibe ev nûçe bala te bikişînin:
 - 
Dilopek nû derket

- Lîstikvanê kurd Azîz Çapkurt di fîlmê Hollywodê de dilîze

- TYB'ê Xelatên Xelata Azadiya Fikir û Ramanê belav kirin

2024: Hemû pirtûkên bi kurdî, va ye lîste

- Va ne rûyên herî xweşik ên dinyayê

- Hemû kovarên bi kurdî yên derketine

- Nûbihara 170'yan derket

- 'Ez Eyşe Şan' derdikeve ser dikê

- 89 cih: Va ye bajar bi bajar bernameya Newrozê

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

news
  • 29 09 2026

Zozanî û Hilgêr

news
  • 28 09 2026

Ji romana 'Du Cîhan Yek Jan'; Pir cîhan hene, lê êş, evîn, dijwarî û têkçûn yek e!

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Li Bakur û Rojava Newroz hat pîrozkirin

ad

Hejmara nû ya Nûbiharê li pêşberî xwendevanan e

ad

Anli: Em dan û standina xwe li herêmê bikin dê aborî geş bibe

ad

Di gava yekem de Fenerbahçe bi ser ket

ad

Mijara Fûara Pirtûkan a Stenbolê 'Zarokatî Şahî ye!'

ad

Kabîneya wezîran guherî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname