Diyarname
Di maçên Lîga Şampiyonan de îro tîma Tirkiyeyê Fenerbahçe û ya Îngilistanê Chelsea bi hev re lîstin: 2-1
Di çarîk fînalê de tîm du caran bi hev re dilîzin. Maça yekem li stada Fenerbahçeyê li Stenbolê bû. Di maçê de deqîqeyan 13'an de lîstikvanê Fenerbahçeyê Deivid gol avêt qeleya xwe û skor bû: 0-1. Beşa yekem a maçê bi vî awayî temam bû, di beşa duyem de deqîqeyê 65'an de Kazim gol avêt û maç bû: 1-1.
Di deqîqeya 80'ê de lîstikvanê Fenerbahçeyê Deivid vê careke din, lê vê carê gol avêt reqîbê xwe û Fenerbahçe bi 2-1 bi ser ket.
Kunyeya maçê:
Stad: Fenerbahçe Şukru Saracoglu
Hakêm: Claus Bo Larsen, Anders Norrenstrand, Henrik Sonderby
Fenerbahçe: Volkan Demirel, onder, Lugano, Edu, Vederson, Deivid, Aurelio, Maldonado, Ugur, Alex, Kezman
Chelsea: Cudicini, Ashley Cole, Makelele, Essien, Carvalho, Lampard, Joe Cole, Drogba, Ballack, Malouda, Terry
Di maçên duh de jî M. Unitedê li Romayê Roma 2-0 têk bir. Barcelonayê jî li Schalke li mala Schalke 1-0 têk bir û averaj bi dest xist.
Maçen duyem ên Lîga Şampiyonan dê 8'ê mehê de bêne lîstin.