Diyarname
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê biryarnameyek ragihand û ev roj kir roja betlaneyê.
Di biryarnameyê de wiha hat gotin: "Ji bilî saziyên ku pêdiviya wan bi karê rojane heye, tevahî daîre û saziyên fermî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja Şemiyê 8’ê Adarê dikin betlane."


