H.KOVAN BAQÎ
“Herhal ev wêneyek e; wêneyekî ji şikil û bireseran azadbûyî ye, mîna muzîkê qet tiştekî şanî meriv nade, çîrokekê nabêje û dest bi efsaneyê nake.”
Michel Seuphor
Ev ne romanek e, lewra kes bi vî rengî nanivîsîne.
Di ebata çaran de, li benda qîyameta orgazmîk im.
Şox û şengîya têkçûnê dixwazim.
(Ava Jîyanê/Roman/Clarîce Lispector)
“Dinya û qatê herî jêr ê ebata rasteqînîyê di kefa destê min de diricife.” (Clarice Lispector)
Gotin bixwe jî gava tê kirin, wekî her tiştî kevin dibe. Nexwe ji bo ‘hukmê kevinbûnê bişikê gerek gotin neyên kirin. Na, ji bo bêdengiyeke nû biafire gerek gotin bêne kirin û kirin gotinan jê bibe, da di jêbirinê de û di bê’hikumiya kevinbûnê de gotin karibin nûbûna xwe bi’hefidînin. Lewra di “Ava Jiyanê” de “nûbûn” ji bo karibe hebûna xwe bidomîne, “hebûn” bi jêbireke bêebat hatiye jêbirin.
Qerekter-an di berdêla kincan de qilafetên xwe ji xwe kirine û bêyî mineta wan ji tiştekî-hêzekê hebe, li ser dika valahiyê hebûna nebûna xwe bi tazîkî eşkere dikin.
Ji ber gerdûna “Ava Jiyanê” jî wekî jiyana derve tevliheviyeke grîft e, ez çiqas hewl bidim jî encax ez karibim di tevliheviya grîft de bibim şahidê têkçûneke pir hêl. Ev pênasekirin jî, mîna hemû pênasekirinên derbarê Edebiyata Bênavend de li teqeziya encamekê nagere helbet.
Tevlihevîya grîft, ji ber bixwe binavkirinek e û binavkirin, ji xêndî xwe tu tiştekî din destnîşan nake/şanî me nade, lema ji “ne-tiştekî binavkirî” pê ve ez nikarim qala tiştekî din bikim.
Madem ew qas serêşî min li binavkirinê diqesidîne, nexwe derbarê “tiştê nebinavkirî” de zehmet e ez karibim bibim xwediyê ezmûneke ewle û hevgirtî. Ev gotinên ez niha dikim bixwe jî ji xwe ne amin in. Ji bo gotin nikarin bi xwe ewle bibin, li ser xwe ferz dibînin da qala razberiya çîroka destnîşankirî bikin. Kîjan çîroka destnîşankirî? Helbet çîroka têkçûnê – têkçûna ji Clarice Lispector dest pê dike û ber bi me ve tê. Çi ye têkçûn? Belkî jî ev pirs an ev têgih tekane arîşeya serbixwe ye; çimkî ne tê zeftê û ne dihêle bixwe bê binavkirin. Na, ev jî ne nerîneke bi xwe ewle ye. Lewra ji bo ez karibim vê rêwîiîya xwe ya grîft bidomînim, gerek ez û rîsk pî bi pî bi hev re bin. Axir ji têkçûnê wê de dîsa têkçûn e.
Yanê ji ber “şewqa zêde” ji “tariyê” bêhtir çavan kor dike, ji bo ez nekevim û rêwîtiya min nefekise, ez mecbûr im xwe bi tariyê ve bigirim.
Tarî di çikûsiya xwe de jî, ji ronahiyê comerdtir e. Nexwe tevî rîska zêde jî, di bênavendiyê de, ji mecbûrî ez ê “têkçûnê” wekî “Derza Tarî” bi nav bikim. Her çiqas ne ewle be jî, ez ê wê wekî qulpekê bihesibînim û tiliya xwe tê re kim.
Derza tarî – derza reş
Ne tenê di her metna edebî ya bênavend de, di şîrovekirina her teorîsyenê edebiyatê de jî derzek tarî an şikestinek heye û derza hanê dihêle em bi awayekî teqez bi şîroveya wî ewle nebin.
Belkî jî her nivîsa teorîk, ji bo bixweewlenebûna xwe eşkere bike tê nivîsîn. Belê, her şîroveya teorîk, tarîgeha metna hedef ronî dike û di gerdûna ronîkirî de bixweewlenebûn jî derzeke tarî di ronahîyê de vedike. Piştî derza tarî di zikê ronahiyê de vedibe, êdî tiştek nema kare bibe wekî berê. Lewra derza tarî, hiş û bala meriv ji ser ronahiya bê ser û ber dadiguherîne ser derza tarî ya biçûk. Gava hiş û bal ji ser ronahiya bê ser û ber dadiguhere ser derza reş, ewlebûn derbasî tunebûna xwe dibe û heqîqeta mayinde li gerdûna ne ewle bi cî dibe. Ev şîrovekirina min bixwe jî xwediya derzeke tarî ye – lema bi xwe ewle nabe.
“Ji te re dibêjim: Dixwazim ebata çaran a vê gavê zeft bikim, hingî bi lez diherike tew çû jî.(rp 9)
Belê, tevî dema niha bi xwe xumam e û sînorên navbera zemanan û bêzemanîyê hatine jêbirin jî, di vê gava ne diyar de karê jêbirinê miqîm didome. Di bêzemaniyê de jêbir hebûna xwe vedişêre, jêbirin jî kirina xwe. Teqeziya nebûna jêbirê û kiryara veşarî a jêbirinê, diyarkirina zemên û kiryarê ji cih û warê wan dike û zemên û kiryarê di bêcihî û bêzemaniya şevreşê de cîwar dike. Êdî ne pêkan e di vê gêdûka şevreşa bêzeman de meriv karibe zemanan bi nav bike û ji binavkirinê yeqîn bike. Lema zemanê çûyî ê dûr (bûbû), zemanê çûyî ê nêzîk (bûye) û zemanê diçe ê niha (dibe), di xumamî û şevreşê de veguhêzîne gumanê û li dewsa bawerkirinê cîwar bûne…
Lema di “Ava Jîyanê” de em li gerdûneke wisa dihesilin, êdî tiştekî bi tenê jî li derveyî şevreşê tune ye – him her tişt di nava şevreşê de ye û him şevreş di nava her tiştên nava xwe de ye.
“Ez xwe nadim nava destê hebûnê, newêrim(9)
Ava Jîyanê/Yaşam Suyu/Clarice Lispector/Monokl Yayinlari
Têbinî: Ev beşa ewil e ji ceribîna min a derbarê romannivîsîna Clarice Lispector de. Ev ceribîn wekî kitêb tê amadekirin.
***
Nivîsa H. Kovan Baqî ya ku berî vê di beşa SERBEST de hatiye wişandin:
- Bihuşta Xezalan, Romana Şi’îrê û Sewta Bilûrê


