Hewlêr
Li Hewlêrê Komisyona Hilbijartinê ya Bilind daxuyaniyek da û hilbijartinên herêmî jî ji bo dîrokek nediyar bi paş ve xist.
Li Herêma Kurdistanê bêyî sedemên berbiçav hebin yek bi yek hilbijartin bi paş ve têne xistin. Piştî hilbijartina Serokatiyê niha ya herêmî jî bi paş ve hate xistin.
Serokê Desteya Hilbijartinan Elî Qadir Obêd di daxuyaniyekî çapemenî de ragihand ku: “Em wekÎ komÎsyona hilbijartinê nikarin di 21’ê rezberê de hilbijartinên herêmî çêbikin.”
Her wiha sedema nekirina hilbijartinê jî ji bo rojnamegeran da diyarkirin û got: “Her çendî ku destûrên parlementoyê hatine guhertin jî, heya niha destûrek bi vî rengî negihîştiye ber destê me û ji bo wê jî wekî ku tê xwestin amadekarî ji bo vê hilbijartinê nehatine kirin.”
Berî niha biryar hatibû girtin ku, di 21.09.2013’yan de hilbijartina serokayetiya herêmê, ya parlementoyê û ya herêmî bêne li darxistin. Lê niha hilbijartina serokayetiya herêmê ji bo 2 salan hate bi paş ve xistin, ji ber wê hilbijartina eyaletan jî, ji bo demek ne diyar hate bi paşve xistin; tenê wê hilbijartina parlemantoyê were li darxistin.