Diyarname
Li Stenbolê li 7 navçeyan Cîgerên Şaredaran û Endamên Meclisên Şaredariyê, bi giştî 10 kes hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser binçavkirinan wisa gotiye, "Yên bi navê Hevkariya Bajêr xebat kirine, di bin banê HDK'êv de xebitîne, li hemberî wan lêpirsîna giştî hatiye kirin".
Bi gotina din kesên di bin navê "Hevkariya Bajêr" de di nav lîsteya CHP'ê de ketibûn hilbijartina herêmî ya 31'ê adara 2024'an û hatibûn hilbijartin hatine binçavkirin. Piraniya ev cîgirên şaredaran û Endamên Meclisên Şaredariyan kurd in.
Kesên hatine binçavkirin ev in:
Endamê Meclisa Şaredariyê ya Şîşlî Sinan Gokçe, endamê Meclisa Şaredariyê ya Uskurdarê Bulent Kaygun, endama Meclisa Şaredariyê ya Fatihê Guzin Alparslan, Cîgirê Şaredariya Ataşehirê Livan Gur, Cîgerê Şaredariya Kartalê Cemalettin Yuksel, endamê Meclisa Şaredariyê ya Tuzlayê Hasan Ozdemir, endamê Meclisa Şaredariyê ya Beyogluyê Turabi Şen, endama Meclisa Şaredariyê ya Sancaktepeyê Elif Gul, endamê Meclisa Şaredariyê ya Adalarê Nesimi Aday û kesek bi navê İ.P. ku dibêjin têkiliya wî bi Şaredariya Beyogluyê re heye.
***
HEMÛ HATIN GIRTIN
Êvara 13'ê mehê hemû kesên binçavkirî derxistin pêşberî dozger. Dozger daxwaza girtinê kir, dadger biryara girtina hemû binçavkiriyan da. (Ev not 13'ê mehê li nûçeyê hatiye zêdekirin)


