Batman
Îro Meşa ji bo ku Heskîf dibîn avê de nemîne bi tevlibûna bi hezaran kesan bi slogana "Heskîf dibin avê de namîne" hate lidarxistin bi dawî bû.
Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk ku di meşê de axivî, got ku wê li hemberî çêkirina Bendava Ilisuyê bisekinin û wiha dom kir: "Dema ku mijar bû dîrok û çanda kurdan, ne dewleta tirk ne jî dewletên ku ji bo çêkirina bendavê krediyê didin, guh nadin tiştekî."
Di çarçoveya çalakiyên 5'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Heskêfê de bi armanca rawestandina çêkirina Bendava Ilisuyê û xwedî derketina bajarê dîrokî Heskîfê, bi hezaran kes li ber Gundê Kesmekopru 2 hatin cem hev û heta Heskîfê bi 10 kîlometre rê meşiyan. Meş bi tevlibûna Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, parlamenterên DTP'ê Sebahat Tuncel, Gulten Kişanak, Bengî Yildiz, Sevahîr Bayindir, Ayla Akat Ata, parlamenterê DEP'ê yê berê Selîm Sadak, Şaredarê Êlihê Huseyîn Kalkan û gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl pêk hat. Di meşê de dowîzên wekî, "Dîrok di roja me de weşartiyê, em di destpêka dîrokê de veşartî ne","Heskîfê ji cihê wê nebe, ragihîne sibe", "Ji operasyon, tecrît û komkujiya çandî re Êdî Bes e" û "Ziman çand û dîroka me, sedema hebûna me ye" hatin hilgirtin û pankarta "Hesîifê ji cih neke, bibe pêşerojê" hate vekirin. Kesên tevlî meşê bûn jî tîşortên li ser "Heskîfê ji cih neke, ragihîne sibe" nivîsandibû li xwe kirin.
Turk diyar kir ku Tirkiye di çêkirina Bendava Ilisuyê de peymanên navnetweyî binpê dike; dewletên ji bo çêkirina Bendava Ilisuyê qrediyê didin, li welatên xwe ji bo parastina cih û berhemên dîrokî, peymanên nawneteweyî îmze dikin û wiha berdewam kir: "Dema ku mijar bû dîrok û çanda kurdan, ne dewleta tirk, ne jî dewletên ku ji bo çêkirina bendavê krediyê didin, guh nadin tiştekî. Ji ber vê yekê parastina Heskîfê ku dîroka 12 hezar salan a mirovahiyê ye, peywira hemû kesan e. Her wiha xwedî derketina li çand û dîroka gel jî, peywira me ya herî girîng e."
Her wiha pêşengêha wêne û resman a li bin Keleha Heskîfê hatiye vekirin jî rastî eleqeyek mezin hat. Li vir pêşengehên wêneyan ên Koma Wêne ya Êlihê ya bi navê "Kevir tên ziman", pêşengeha Pîer Georgîo Cassottî ya bi navê "Bi wêneyan Heskîf", pêşehgeha YDG-GKM'ê ya bi navê "Reng diherikin Heskîfê", pêşengeha Hatîce Taşkiran a bi navê "Reng bi xwezayê re dicivin" û pêşengeha seramîk-hunera destan ya bi navê "Yên dibin axê de ma ne" hatin vekirin.
Piştî vekirina pêşengehan Mamoste Şêrko û Koma Perkisyonê (Ritim) ya Xwezayî ya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê konser dan guhdarvanan.
Wekî notek: Di konsera çarçoveya festîvalê de duh êvarê li Batmanê li Parka Kî Ne Em de hate li dar xistin de jî Ahmet Turk axivî bû û gotibû: "Ji niha û pêde em wekî DTP emê di hemû civîn û çalakiyan de bi kurdî biaxivin. Em wekî DTP ji ber ku em kurdan diparêzin dixwazin partiya me bigirin. Bila bigirin. Hewce bike emê ji meclisê derkevin. Em ji bo meaşê neçûne meclisê. Ji bo em pirsgirêkên kurdan bibin meclisê em çûn meclisê. Û berdêla vê çi be em amade ne ku bidin."
Di konserê de 50 hezar kesî li stranên Koma Nûjen, Rojda û Ferhat Tunç guhdarî kiribû.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin
Wêne: Abdurrahman GOK / DÎHA