Diyarname
Yek ji tîmên mezin Shaktar Donetsk a Ûkraynayê bang li FIFA'yê kir ku tîma Îranê ji Kûpaya Cîhanê biavêjin û cihê wê de Ûkraynayê bişînin tûrnûvayê.
Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê îsal meha pêşiya me li Katarê li dar dikeve. Berî vê nîqaş didomin. Tîma Ûkraynayê Shaktar Donetsk bi sedema di dema şer de Îranê piştgirî daye Rusyayê xwest FIFA çûyîna Îranê ya Katarê betal bike û cihê wê de Ûkray bigire nava tûrnûvayê.
Hefteya borî DYA'yê gotibû ku di destê wan de delîl hene ku Îran beşdarî Rusyayê bûye û li hemberî Ûkraynayê şer kiriye.
FIFA'yê heta niha tu daxuyanî belav nekiriye lê gotin li gor rêgezê FIFA tîma Îranê red bike jî nikare ji dêvla wê tîmeke ewropî bigire, encax dikare tîmeke ji Asyayê bigire nava tûrnûvayê.
Di sala 1994'an de ji ber şerê li Balkanan Neteweyên Yekbûyî zor da ser Yûgoslavyayê û FIFA'yê jî ew negirt nava tûrnûvayê.
FIFA'yê rê li ber tîmên Rusyayê girtibûn.


