Diyarname
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasa Amedê li Parka 75’ê bi merasimek ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ vekir. Di pirtûkxaneyê de tenê berhemên jinan têde hene. Di dema merazima vekirina pirtûkxaneyê de gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên jin jî amade bûn. Beşdaran diruşma “Jin, jiyan, azadî” bilind kirin.
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar diyar kir ku pirtûkxane ji bo bajêr bîrek e û wiha domand, “Dema me dest bi vê xebatê kir, me xwest qadeke xweser a jinan bê amadekirin. Di vê qadê de em ê bîra xwe kûrtir û xurttir bikin.”
Piştî axaftinên Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya; Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Nivîskar Fatma Taşli Tûnç, Hevseroka DEM Partiyê ya bajêr Gulşen Ozer jî axivîn û diyar kirin ku bi pirtûkxaneyê re wê têkoşîna jinan mezintir bibe û heqîqeta jinê bêtir were dîtin.
Piştî axaftinan, pirtûkxaneya ku bi tenê berhemên jinan tê de hene, bi stran û tilîliyan hate vekirin.



