'Hecî Qadirê Koyî nasnoyalîstekî neteweyî bû'
Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li ser navê Hecî Qadirê Koyî konferansek li dar xist.
Axaftina destpêkê ya konferansê Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan kir. Tan hinek li ser rewþa dawî ya kurdan sekinî, qala çênebûna Kongreya Neteweyî û hebûna yekîtiya kurdan kir û got ku bi hêviya dê daxwazên Hecî Qadirê Koyî bêne cih ku ew kesek neteweyî bû.
Dûre bi rêzê Doç.Dr. Bulent Bilmez (Zanîngeha Bîlgiyê) "Di sedsala 19'emîn de Guherînên Siyasî û Civakî yên li Dewleta Osmanî û Kurdistanê", Tahir Baykuþak (Yekeya Xebatên Kurdî ya Zanîngeha Bîlgiyê) "Jiyan û Bandora Hecî Qadirê Koyî ya li ser Rewþenbîrên Kurd", Farangis Ghaderi (Zanîngeha Exeterê) "Di helbestên Hecî Qadirê Koyî de Modernîzm" û Dr. Merîwan Kanie (Zanîngeha Amsterdamê)jî "Di helbestên Hacî Qaadirê Koyî de Sirgûnî û Neteweperwerî" axivîn.
Vane ji axaftinan hin not:
- Dr. Mêrîwan Kanie:
Di serdema 19'an de sê îdeolojî hebûn. Osmanî, Panîslamîzm û Nasyonaliya kulturî. Hecî Qadirê Koyî ji van her sê yan cudatir ew xwedî bîrek kurdewar, ew nasyonalîstekî kulturî, neteweyî bû.
Hecî Qadir zimanê kurdî wekî hemû zimanê mirovahiyê dibîne, ew Hezretî Nuh jî kurd dihesibîne.
Projeya sereke ya Hecî Qadir dewleteke kurd e, ew yekemîn helbestvanekî kurd e ku di nav helbestên wî de nexþeya Kurdistanê heye. Dewleta ew dixwaze dewleta modern e, ferqa wî û Ehmedê Xanî jî di vir de ye.
Koyî dixwaze kurd di asta bilind de, di asta gelên din de be.
- Farangîs Ghaderî:
Helbestên Hecî Qadirê Koyî yên berê klasîk in, lê piþtî tê Stenbolê helbestên wî jî diguherin. Helbestên wî yên klasîk zor têne xwendin têde peyvên farisî, erebî hene, lê yên li Stenbolê nivîsandine hêsantir e, her kesek kurdî bizane dikare bixwîne.
Wî peyvên nû yên teknolojîk di helbestên xwe de bikar anîne; ew yekemîn helbestvanê kurd e ku peyvên teknolojîk di helbestên xwe de bikar anîne, wekî þimendîfer (trên), telgiraf û hwd. Hin peyvên di helbestên klasîk de hatine bikaranîn jî hene ku Hecî Qadir wan bi þêweya modern bikar tîne, mînak weten, ew wetenê wekî nasyonal bikar tîne, dibê Baban, Newandûz, Cizîr. Hemî mîrniþîn di helbestên Koyî de hene. Ev tiþtek nû ye.
Hecî Qadir xezel û qesîdeyên bi siyasî dinivîse, qesîdeyên nasyonalî bi Hecî Qadir dest pê dike.
- Tahir Baykuþak:
Hecî Qadirê Koyî þêx û meleyan li ber pêþketina kurdî wekî bendek dibîne û dijî wan derdikeve. Ev yek dibe sedem ku ji Koyê veqete.
Têkiliya wî û malbata Bedirxaniyan li Stenbolê hebûye, dibe ku wî dersa zarokên wan jî dabe.
Amanpour ji bo Koyî dibêje "Hecî Qadirê Koyî duyemîn hawariyê neteweperweriya kurdî ye."
Ziman ji bo Koyî gelek muhîm e, ew ziman wekî xezîne û ramana neteweyiyê dibîne.
Foto: Cemil Oguz