Kobanî
Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Weşanên Şilêr, li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya li bajarê Kobanî ji bo 3 pirtûkên kurdî çalakiya îmzekirinê li dar xist.
Çalakî ji bo pirtûka çîrokan "Lekeya Tirsê" ya nivîskar Evîn Teyfor, pirtûkaa helbestan "Awazên Miştenûrê" ya nivîskar Nîviyana Mislim û romana "Roza" ya nivîskar Selah Mislim hat lidar xistin.
Di çalakiyê de pêşî endamê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Aras Hiso axivî, der barê girîngiya çapkirin û xwendina pirtûkan de axivî û got:" Di nava civaka Rojhilata Navîn de nivîsandin û xwendin hinekî kêm e, ji lewre jî ji bo avakirina civakeke zanistî, îmzekirina pirtûkan û zêdekirina berheman, gavekî erênî ye."
Piştî axaftinan komên Navenda Baqî Xido stran pêşkêş kirin.
Paşê jî nivîskaran pirtûkên xwe îmze kirin û diyarî xwendevanan kirin.


