Diyarname
Piştî Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi kayûmê dest danî ser Şaredariya Akdenîza Mêrsînê ku di destê DEM Partî de bû Hevserokên DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimoglullari daxuyanî dan.
BAKIRHAN: DÊ ZALIM WINDA BIKIN
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan bi ser hesabê xwe re peyam belav kir, got "Hevşaredarên me û endamên meclisa şaredariyê bi operasyona komkujiya siyasî dîl hatine girtin" û wiha dom kir, "Kayûm şandina ser şaredariya me ya Akdenîzê derbeya eşkere ya li hemberî demokrasiyê ye. Ev sûîkasta bi hev re jiyana gelên me ye. Em red dikin. Li aliyek li ser aştiya navxweyî tê axivîn, li aliyê din vîna gel didizin. Em bang dikin ku gavek zûtir dest ji vê aqilxwarinê berdin. Em soza xwe dubare dikin; Li hemberî zordarî, derbeyên dijî demokrasiyê û neyartiya li hemberî kurdan emê têkoşîna xwe ya demokrasiyê bilindtir bikin. Zalim û zordar dê winda bikin, gel wê bi ser bikeve."
TAHÎMOGULLARI: EV NAYÊ QEBÛLKIRIN
Hevseroka DEM Partî Tulay Hatimogullari jî di parvekirina xwe ya li hemberî kayûmê de got, "Aştiya navxweyî ne bi kayûmê, bi demokrasî û azadiyê pêk tê. Di dema ku em hêviya aştiyê bilind dikin de em vê destdanîna ser vînê qebûl nakin. Em bang li her kesê bawerî bi jiyana bi hev re jiyînê heye dikin ku li hemberî zordariya kayûma desthilatdarî deng derxin, alîgirê demokrasiyê bin. Wê kayûm herin, emê miheqeq bi ser bikevin."
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Bi kayûmê dest danîn ser Şaredariya Akdenîzê (Bûn 9 şaredarî. Va ye lîste)
- Hevşaredarên Akdenîzê hatin binçavkirin


