Diyarname
Hevşaredarên Akdenîzê Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz 10'ê mehê hatibûn bin çavkirin û duh bi şev hatin girtin. Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê kayûm şand ser Şaredariya Akdenîza Mêrsînê.
Di hilbijartina 31'ê adara 2024'an de de DEM Partî bi sedî 36,92 (47 hezar û 843 deng) Şaredariya Akdenîzê bi dest xistibû. AKP'ê sedî 30,39 û CHP'ê sedî 23,50 deng girtibû
BÛ 9 ŞAREDARÎ
Ji sala 2024'an ve heta niha hê salek temam nebûye bû 9 şaredarî ku wezaret bi kayûmê dest datîne ser. Ji van 7 jê yên DEM Partî, 2 yên CHP'ê.
CULEMÊRG
Yekem car di sala 2016'an de bi kayûman dest danîn ser şaredariyên kurdan. Paşê piştî hilbjartina 209'an ev yek dom kir, niha dîsa didome. Vê carê piştî hilbijartina 2024'an serê pêşî dest danîn ser Şaredariya Culemêrgê. 3'yê pûşpera 2024'an de Hevşaredarê Culemêrgê Siddik Akiş ê DEM Partî hat girtin û kayûm şandin ser şaredariyê.
ESENYURT
Paşê 30'ê kewçêra 2024'an de de Şaredarê CHP'ê Prof. Dr. Ahmet Ozer hat girtin û kayûm şandin ser şaredarî.
MÊRDÎN, BATMAN, XELFETÎ, MIKS
Roja 4'ê sermaweza 2024'an kurd dîsa bi kayûman hişyar bûn. Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê kayûm şandin ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Batmanê û Şaredariya Xelfetî ku di desten DEM Partî de bûn.
Heman mehê, rojja 22'yê mehê kayûm şandin ser Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partî û Şaredariya Ovacixê ya CHP'ê.
Dîsa heman mehê, roja 29'ê sermawezê vê carê Hevşaredarê Miksa Wanê Ayvaz Hazir ji peywirê girtin û kayûm şandin ser şaredariyê.
Û niha jî kayûm şandin ser Şaredariya Akdenîzê. Wezaretê Qeymeqamê Akdenîzê Zeyit Şener wekî kayûm peywirdar kir.
30 BAROYAN DAXUYANÎ DA
Li aliyê din Baroya Amedê, bajarên bajarên kurdan, Baroya Mêrsînê jî di nav de baroyên 30 bajaran dijî kayûma şandine ser Şaredariya Akdenîzê daxuyaniya nivîskî belav kirin.
Baroya bang kir ku şaredarên hatine hilbijartin dîsa bên ser karê xwe.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Hevşaredarên Akdenîzê hatin binçavkirin


