Amed
Ji kesên hatibûn binçavkirin 9 nivîskar û rojnameger piştî îfadeyê hatin berdan. Weşanger Bawer Berşev jî hat berdan.
Roja 26'ê mehê li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin. Di nav van de rojnameger, nivîskar, weşanger hebûn. Îro îfadeya wan hat girtin. Vê êvarê ji kesên binçavkirî Seroka Komeleya Rojnamegerê Jin a Mezopotamyayê (MGK) Roza Metina, karîkaturîst Dogan Guzel, werger Omer Barasi û Berfin Atli bi daxwaza kontrola edlî, derhêner Ardîn Dîren, Abdurrahman Aydin, helbestvan Ahmet Hicri İzgoren, fotografkêş Emrah Kelekçiler û rojnameger Ahmet Sunbul bi daxwaza tewqîfkirinê şandin ber dadger. Hemû hatin berdan. Her wiha weşanger Bawer Berşev jî piştî îfadeyê hat berdan.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- YEWKURD'ê banga berdana nivîskar û rojnamegeran kir


