Diyarname
Berdevkê YNK'ê (Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê) Seedî Ehmed Pîre ragihand ku YNK û PDK dê li hev bicivin. Roja 20'ê kewçêra 2024'an li Başûr hilbijartin li dar ketibû, ev 2 meh û nîv e hikumet saz nebûye. Di civînê de ev mesele jî dê bê rojevê.
kir.
Heyeta PDK û YNK'ê roja 17'ê meha borî li hev civiya bû û biryar dabûn ku piştî sersalê carek din bêne ba hev. Di civîna rojên pêşiya me de ji heyeta YNK’ê wê endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Rêwaz Fayeq û Amanc Rehîm hebin û ewê ligel heyeta PDK’ê bicivin.
Di civînê de wê li ser biaxivin ka dikarin çawa ligel hev li ser astên cuda kar bikin. Meseleya avakirina hikumeta nû ya li Parlemena Herêma Kurdistanê jî dê bibe meseleya civînê.
Ji roja 20'ê kewçêra 2024'an ve heta niha li Başûr hikumet çênebûye.


