İsmail Dindar
Nivîsandin, karekî taybet e. Her kes nanivîsîne. Gelek tişt jê re divên. Her wiha terciheke jî lê xwendin ne wisa ye. Bi ya min, di civakên pêşketî de, ne tenê ji bo kesên zîz, ronak û pêşverû, ji her kesê ji rêzê re jî xwendin tiştekî jêneger e. Bi riya xwendinê, mirov pêzanînê bi dest dixe, li cîhaneke fireh digere, asoya dilê xwe, mêjiyê xwe û her wiha jiyana xwe fireh û geş dike. Xwezî bi wî kesê/a ku li gorî dilê xwe derfeta xwendinê bi dest dixe. Û di wê cîhana fireh û xweş de perên xwe li bayê sivik dixe.
Lê mixabin, rewşa xwendinê û her wiha xwendevanan dilê mirov xweş nake. Li gorî lêkolînên hatine kirin, di nav 173 dewletan de, Tirkiye di rêza 86’an de ye. Çapa pirtûkan di navbera 2000 û 3000’an de ye, mixabin ev yek ji bo weşanên kurdî 1000 e. (Ew jî bi salan naqede) Her wiha li Azerbaycana ku nifûsa wê 7 mîlyon e, hejmara çapa pirtûkan sed hezar e. Li welatên pêşketî, mezexta li ser pirtûkan serê kesî 100 dolar e, li Tirkiyeyê 10 dolar e. Her wiha li Japonyayê, di salê de mîlyarek û du sed mîlyon heb pirtûk çap dibin. (ji bilî pirtûkên dersê) li Tirkiyeyê ev hejmar bîst û sê mîlyon e.
Sedemên vê yekê ne yek û didu ne û ne ew sedemên ku di demeke kurt de çareser bibin in jî. Li welatekî ku pirtûk wekî amûrên tawanbariyê wekî tiştên qedexe di nav dîmenên televîzyonê de bêne pêşkêş kirin û her wiha ji ber sedema pirtûkxwendinê mirov êşê bikşînin (bêne girtin, lêdanê bixwin), dê rewş çawa û çima ne wisan be.
Bi ser her tiştî de, zimanê kurdî zimanekî birîndar, qedexekirî (di rabirdûya nêzîk de) û ji bo bidestxistina gezek nanî jî bêkêr be û lê dîsa jî hinên dilpak rabin, bi rêk û pêk û birik pirtûkxwendinê ji xwe re bikin karekî sereke.
Erê ez qala komeke ji ciwanên çeleng pêkhatî, yên zîz û ronak dikim ku li bin banê DSM (Navenda Hunerê yê Amedê) hatine ba hev. Di serê her hefteyekê de pirtûkekê dixwînin û piştî xwendinê ligel nivîskarê pirtûkê tên cem hev. Ji berga berhemê heta bi xala dawiyê, bi kîte kît, ji redaksiyonê û heta bi teşe û naverokê, hevok bi hevok, çîrok, roman yan jî helbestê dinirxînin.
Eynî wekî nexweşek biçe ber destê komek bijîşkan ku beşa her yekî ji wan hêlek ji yê însên be; û ew yek bi yek nexweşî/ê ji hev veçirînin, dîsa bi rêk û pêk û li gorê rêpîvanên zanyariyê.
Ez pê bawer im ku ev koma xwediyê vî karê bi rûmet bi vî awayî bidome dê bibin pêşeng û sedama gelek pêşketinên di qada xwendin û nivîsandinê û her wiha nemaze di nivîseriya kurdî de.
Nîqaş, rexne û pêşniyarên ku dikin encamên kedeke pîroz a ku di cîhana wêjeyê de digerin in. Nivîsandin, nayê fêrkirin lê belê tê fêrbûn. Mîrate heyî yê wêjeyê bi xwe mamoste ye. Mirov bi riya xwendinê û her wiha lêkolîn, gerîn û çavdêriyeke mîna ku em qal dikin fêrî nivîsandinê dibe. Loma karên wisa bi rengê xebata atolyeyî, bingeha pêşketinê diavêjin. Xebatên bi vî rengî di vê dema ku mirov di nav cîhana telefon û înternetê de deng û riwê hev ji bîr kirine de, dikare bibe sedema rêdanên dost û hevaltiyê jî. Her wiha dikare ev pêl beşên din ên hunerî wekî şano, sînema, muzik, foto, wêne û hwd jî têxe bin baskên xwe.
Ma li welatekî mîna welatê me ku bi salan e bûye êtûnekî mezin, bûye cih û warê zêmar û trajediyan, bûye kûnê êş û kulan; ji hewldanên wekî hewldanên navborî çêtir hene gelo? Kom li hêviya dilên zîz in ku bên û dilê xwe, keda xwe, tev bi hev re bikin yek.
Nîşe: Kesên dilxwaz ji bo têkiliya bi komê re dikarin serî li Navenda Hunerê yê Amedê (DSM) bidin.
***
Nivîsên Îsmaîl Dîndar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Werger; Çanda hevpar
- Dilo
- KEZEB ŞEWITÎ
- Helwesta Azadiya Welat
- HAWAR E! ROŞAN E!
- Gaveke dîrokî û virnî
- Kewên Birçî
- Vegotina nivîskî û devok
- ROŞAN* CEJN** ÎD*** BAYRAM**** ÎDOÎBRÎXO*****
- Înce Memed Mir..!
- Welatek
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil