logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Kefendiz

Bi hindik peyvan ravekirina gelek tiştan di ziman de mijareke tevî balkêşiya xwe hevqasî kûr e jî. Bi peyvên qalibî yên

  • Dîrok: 14/02/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Azîz Ogur

Bi hindik peyvan ravekirina gelek tiştan di ziman de mijareke tevî balkêşiya xwe hevqasî kûr e jî. Bi peyvên qalibî yên mîna biwêj tên binavkirin, mirov dikare analîzeke xurt a wê civakê bike. Yanî bi biwêjan mirov dikare çand, karakter, dîrok, kevneşopî, mîzah û her aliyê jiyanê nas bike. Zêdebûna biwêjan, xwe sipartina çîrok an serpêhatiyekê ya biwêjê û bi dehên salan, hata sedên salan di ziman de rûniştina wê, hêza ziman jî nîşan dide.

Di mijara biwêjan de, bêyî bikaranîna hin peyvên argo, erotîk, heta dijûnî, ravekirin hinekî zehmet e. Bi libat an organên mirovan ravekirin jî taybetmendiyeke zimanê Kurdî ye. Yanî gelê xwezayî û zimanê gelê xwezayî ye. Hin gotinên ku di roja me de şerm ji wan tê kirin, berê di jiyana Kurdan de ji rêzê bûn. Mijara dengbêjiyê, stran, kilaman de jî heman tişt bi xurtî derdikeve pêş.

Îro jî çîroka biwêjên, ‘rehmet li kefendiz’ û ’tobeya darkutkê’ em ê mijara xwe bidomînin.

Rehmet li kefendiz

Ev biwêj li herêma Botan û herêmên mîna Mêrdînê belav e. Di nava axaftinê de li cihê pêwîst dike, mîna ‘Wey/hey rehmet li Kefendiz’ tê bikaranîn. Ji bo kesên ku mesûltî, berpirsiyarî yan karekî dewr digirin, lê ji yên beriya xwe gelekî xirabtir in, tê gotin. Mînak dema mirovek di nav civakê de jê nayê hezkirin û xirab tê zanîn, bimire û lawê wî jê xirabtir be ev biwêj tê bikaranîn. Yan rêveberek, mesûlek ku ji yên beriya xwe jî xirabtir be, ji bo nîşandana asta xirabiya wî ev biwêj tê gotin. Wateya wê ev e; yê hatî mirovan li yên beriya xwe ku jê gazin dikirin, poşman dike!

Çiroka biwêja ‘Rehmet li Kefendiz” jî wisa ye:

Dibêjin mirovek hebû. Dema kesek dimir û dihate veşartin, eynî şevê diçû, tirb vedikir û kefen didizî û difirot. Lewra karekî hevqasî kirêt dikir di nava gelê herêmê de bûbû weke dijûnekê. Li dewsa ‘iblîs’ lanet li wî dianîn. Dema hêrs dibûn, digotin, ‘lanet li kefendiz’. Piştî demekê kefendiz nexweş dikeve û beriya bimirê qewêtiya xwe li lawê xwe dike. Dibêje; “ez dimirim û navê min bi lanet, nifir û dijûnan tê bilêvkirin. Îcar tu tiştekî bike ku ev lanet û xirabiya nav, ji ser min here û mirov rehmetê ji min re niyaz bikin.”

Kefendiz dimire, gelê herêmê jî nefeseke rehet distîne dibêje, êdî kes ji bo kefen naçe miriyê me naşelînê.  Piştî demekê, kesek dimire. Roja piştre, malbat û kesên derdorê – ji ber ku kefendiz miriye- bi dilekî rehet diçine goristanê. Lê li wir li rasta rewşeke sosret tên. Mirî ji tirbê hatiye derxistin, kefenê ji ser kirine û mîna ev ne bes be darek jî di wî de kutane. Mirovên ku ji ber vê rewşê matmayî dimînin bi yek dengî dibêjin, “wey rehmet li kefendiz.” Law dihêle ku gel li kirêtiya bawê wî poşman dibe!

Biwêjeke din a nêzî muhteweya jor jî ‘Sal bi sal xwezî bi par’ e. Yanî rewşa jiyanê, aboriyê, xwezayê yan mirovan her ku diçe xirab dibe, lewra mirov xweziya xwe bi dema borî ya jê gilî û gazinc dikirin, tînin.

Tobeya Darkutokê

Ji bo kesên ku gelek caran soza xwe bi cîh neanîne û gotina xwe nebirine serî, tê bikaranîn. Êdî di nava civakê de soz, ehd yan gotina wan bê qîmet e, ji ber ku bawerî bi wan nemaye. Kesên di vê rewşê de dema sozekê didin, yê pêşber ji bo asta bêbaweriya xwe nîşan bidin, jê re yan ji bo wî, biwêja, “soza darkutokê” tê bikaranîn. Ev biwêj di wateya ‘îro soz da lê sibe wê pêl soza xwe bike” tê bikaranîn.

Darkutok (Picus) cureyekî teyran e. Nikilê xwe gelekî tuj e. Lewra tevehiya rojê daran dikute, hêlînê di nava daran de çêdike û bi hêza nikilê xwe yê tuj kêzikên bin qaşûlên daran derdixe û xwe bi wan xwedî dike.

Çîroka biwêja, ‘soza darkutkê’ jî wisa ye: Ji ber ku tevahiya rojê bi nikilê xwe dara dikute, êvarê ji ber êşa nikil dinale û nikare raze û dibêje, ez ê careke din daran nekutim. Lê sibehê dema roj dihile, dîsa dest bi kutana daran dike. Her êvarê ji ber êşê sozê dide ku êdî daran nekute, lê her rojê dema êşa wê dihedine, heman karî dike.

13.02.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li ser Şahê Dengbêjan Reso pirtûkek derket

ad

Konsereke ji bo piştgiriya çapemeniya azad

ad

Baydemîr dîsa bû Serokê GABB'ê

ad

Pêşangeha "Ên Me" vebû

ad

Wê ferhenga Kurdî-Tirkî diyarî Serokomar Gul bê kirin

ad

1000 HEFTE!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname