Navenda Nûçeyan
Li başûrê Kurdistanê di encama lêgerîna manyetîk de li Xorsabad a paytexta Asuran, vilayek mezin û hinek avahiyên din hate dîtin. Ev keşif diyarkirin ku bajar li gorî dihat payîn zêdetir pêşketiye.
LI MISÛLÊ HAT DÎTIN
Li paytexta kevnar a Asûriyan Xorsabadê ya li başûrê Kurdistanê ku dikeve nêzî Mûsila îroyîn (Nînova) bermahiyên vilayek mezin, deriyên avê û baxçeyên bêhempa yên di bin erdê de hatin dîtin.
127 ODEYÊN WÊ HENE
Ev bermahiyên dîrokî yên ku 2 hezar û 700 salî ne di encama lêgerîna manyetîk de hatin keşifkirin. Di encama lêkolînê de vilayek ji 127 odeyan pêktê û 5 avahiyên mezin hatin tespîtkirin.
Ji Zanîngeha Ludwig-Maximilians a Munchenê Jeofîzîknas Jorg Fassbinder ku rêveberiya lêkolînê dike ragihand ku her çend di dî lêgerîna manyetîk de tenê ji sedî 10'ê deverê bi xwe girtibe jî, encamên balkêş hatin bidestxistin.
Rêbaza lêgerîna manyetîk bêyî pêwîstiya kolandinên kevneşopî lêgerîn û lêkolînek berfireh dike û zirarê nade cihên dîrokî.
ÎMPARATOR SARGONÎ XORSABAD ÇÊKIRIBÛ
Xorsabad, ji aliyê Împeratorê Neo-Asûrî Sargonê II. ve di sedsala 8’an B.Z’ê de hatibû çêkirin, lê berî ku bi tevahî were bikaranîn hate valakirin. Keşfên nû diyar dikin ku bajar ne tenê kompleksek qesrê bû, her wiha xwediyê avahiyek bajarî ya berfireh bû.
XEBAT WÊ BIDOMIN
Ev bermahiya dîrokî ya girîng a li başûrê Kurdistanê, di derbarê serdema kevnar de pirsên nû derdixe holê. Arkeologan destnîşankirin ku xebatên ji bo derxistina van avahiyên ku di binê erdê de hatine keşfkirin, wê berdewam bikin. (Rojnews)



