Diyarname
Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî diyar kir ku her sal 100 kes ji zanîngehên beşên kurdî mezûn dibin lê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ya Tirkiyeyê tenê 2-3 kontenjanan vediqetîne, bang lê kir ku kontenjanê zêde bike û li cihên ku kurd lê zêde ne kurdî bikin zimanê perwerdehiyê
Ji sala 2011'an ve li hin zanîngeha beşa "Ziman û Wêjeya Kurdî" heye. Li Zanînghea Artûklû, Mûş Alpaslan û Zanîngeha Çewligê beşa kurmancî, dîsa li zanîngehên li Çewligê û Dêrsimê jî beşa zazakî heye. Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî bal kişandiye ser van, diyar kiriye ku bi sedan kes ji van zanîngehan mezûn bûne, her sal 100 xwendekar mezûn dibin lê MEB salê tenê 2-3 kontenjanan veriqetîne. Însiyatîfê bal kişandiye ser astengiyên li pêşberî dersa hilbijêr a li dibistanan jî û diyar kiriye ku xwendekarên kurd ji ber vê yekê bi awayekî hilbijêr be jî nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û gotine: "MEB bi awayekî fiîlî dike ku mafê hilbijartina dersa kurdî ji holê bê rakirin."
Însiyatî gotiye ew wekî mamosteyên ji ev beşên kurdî mezûn bûne bang li hikumet û MEB'ê ku kontenjana mamosteyên kurd ji bo dersa hilbijêr zêde bike û pêre eiv daxwaz kirine: "Li bajarên ku piranî kurd lê dijîn di bernameya hemû dibistanên taybet, krêş, kojel û yên din de divê kurdî bibe dersa mecbûrî, cudatiyên li hemberî kurdî divê bêne rakirin û hemû astengiyên il pêşberî kurdî bêne betalkirin."
Bi tagê piştgirî dan mamosteyan
Di heman demê de êvara 24'ê mehê li ser Twitterê bi navê "#BangaMamosteyenKurdi" tagek hate vekirin û gelek kesî piştgirî dan banga mamosteyên kurdîn


