Diyarname
Platforma Edelatê ya ji bo Roboskiyê li Enqereyê 34 tabûtên temsîlî çêkirin û xwestin bi vê heta ber avahiya Serokweziriyê bimeşin. Lê polîsa nehişt. Polîsan wekî sedem jî "Ev 34 tabût moralê gel xira dike" nîşan da.
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Cîgerê Serokê Giştî yê Mazlumderê Selahattin Çoban, Berdeva Platforma Edaletê ya ji bo Roboskiyê Nurcan Aktay, Ferhat Encu, Veli Encu û gelek endamên saziyên sivîl xwestin meşê li dar bixin lê polîsan nehiştin.
Di meşê de ev dovîzên li ser "Fermana kuştinan kî da" hatibû nivîsandin hatin bilindkirin û diruşmên "dewleta qatil dê hesabê bide", "Roboskiyê ji bîr neke" hatin berzkirin.
Wekî notek: Îro 4'emîn meha Roboskiye ku balafirên dewleta Tirkiyeyê di encama bomberanê de 34 gundiyên ji Roboskiyê kuştin. Hê heta îro jî kî biryar kuştina wan gundiyan daye nehatiye zelalkirin û kes nehatiye darizandin.


