Diyarname
Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer demek berê hatibû girtin û ji dêvla wî ve kayûm şandibûn ser şaredariyê. Vê carê 11 kesên bi telefonê ligel Ozer axivîne hatin girtin. Di nav van de helbestvan Keremo (Kerem Tekoglu) jî heye.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de 17 kes hatibûn binçavkirin, ji van 11 kes bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
Ji bilî helbestvan û derhêner Keremo kesên din ên hatine girtin ev in: Hevserokê DEM Partî yê Mêrsînê Reşat Aşan, Hevserokên berê yên HDP'ya Mêrsînê Fatmagul Demirtag û Alattin Erdogan, Selman Gunbat, Faik Kaplan, Hevserokê Konseya Bajêr a Wanê Fikret Dogan û Hevserokê berê yê DBP'ya Wanê Harun Okay.
Parêzerê Keremo parêzer Suphi Ozgen bi ser hesabê xwe yê X'ê re ji bo rewşa Keremo got, "Ez ji bo muwekîlê xwe dikarim bi eşkere û raste rast bêjim ku ev biryar sedî sed derveyî hiqûqê ye."


