Diyarname
Îro 2 maç hene û bi lîstina van her du maçan re di nav koman de lîstina maçên yekem temam dibin. Di maça yekem de Tirkiyeyê 3 pûan girtin. Di maça din de Portekîzê Çekya bi 2-1 têk bir.
Tirkiye bi 3 golan bi ser ket
Maça yekem a îro di Koma F de, di navbera Tirkiye û Gurcistanê de bû. Tirkiye bi 3-1 bi ser ket. Di deqîqeya 26'an de Tirkiye bi Mert Muldur derket pêş. Gurcistanê di deqîqeya 32'yan de bi Mikautadze bersiv da û nîveka yekemin bi vî awayî bi dawî bû.
Di nivîka duyemîn, deqe 66'an de Arda Guler golek mikemel avêt û encam anî: 2-1'ê.
Di deqîqeyên dawî de lîstikvanên Gurcistanê firsendên girîng bi dest xistin lê nekarîn wekheviyê saz bikin. Di deqîqe 90+7 de Gurcistanê korner dê bikar bianiya, qeleparêzê wan Mamardashvili jî hatibû ber keleha Tirkiyeyê, gog pekiya, ket ber Kerem Akturkoglu û wî gog ajot, bir avêt keleha vala: 3-1.
Bi vê yekê re Tirkiyeyê 3 pûanên xwe yên pêşî bi dest xistin. Bi vê, di dîroka EURO'yan de yekem car e Tirkiye bi serketinê dest bi tûrnûvayê dike.

Berxwedana Çekya têrê nekir, Portekîzê 3 pûan girtin
Di maça duyem a îro de Portekiz û Çekya hatin hemberî hev. Di maça ku Çekya heta dawî di berxwedanê de bû, pere car bi caran êrîş dikir de, di deqîqeya dawî de stû xwar kir.
Di nîveka yekemîn de wekhevî xira nebû, lê di nîveka duyemîn de 3 gol hatin. Di deqîqeya 62'yan de Çekya bi Provod derket pêş. Di deqîqeya 69'an de, di encama êrîşeke Portekîzê de bêsiûdî bûbû para Hranac û goga li lingê wî ket çû keleha wan: 1-1.
Di deqîqeya 87'an de Jota golek avêt, VAR'ê ew betal kir. û di deqîqeya 90+2 de vê carê Conceicao li ser navê tîma xwe encam diyar kir: 2-1.
PEPE
Lîstikvanê Portekîzê Pepe di vê tûrnûvayê de jî lîst û bi 41 sal û 113 rojan bû lîstikvanê herî extiyar ê beşdarî tûrnûvaya Ewropayê dibe.
RONALDO
Li aliyê din lîstikvanê navdar ê Portekîzê Cristiano Ronaldo jî bû 6'emîn car beşdarî tûrnûvayê dibe û bi vê yekê bû yekemîn lîstikvanê ku cara 6'an beşdarî tûrnûvaya Ewropayê dibe.
Ronaldo yekemin car beşdarî tûrnûvaya 2004'an bûbû, ku wê çaxê Portekîzê mazûvanî kiribû.
Not: Li Tirkiyeyê maç ji aliyê TRT 1'ê ve yekser têne belavkirin.
**
Hemû notên li ser EURO 2024'an di vê lînkê de ne:
- EURO 2024
- Fîkstur, komên tûrnûvayê û pûanên wan (ev her roj tê nûkirin)


