Diyarname
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar da ku ala Sûriyeyê ya nû qebûl li hemû saziyên fermî yên rêveberiyê daliqîne.
Rêveberiya Xweser a Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev biryar ragihand û got ku ji ber ku Rêveberiya Xweser di nav erdnîgariya Sûriyeyê de ye dê li meclis, sazî û cihên girêdayî Kantonên di bin destên wan de ala Sûriyeyê bikar bînin."
Di ala nû ya Sûriyeyê de li jor xeta kesk, dûre sipî û reş tê. Li navê, li ser xeta spî sê stêrkên sor hene.
Di ala rejima Esad de xeta jor sor, dûre sipî û reş dihat, li navê du stêrkên kesk hebûn.


