ŞENGAL / ROJNEWS
Fermandariya hêzên HPG û YBŞ’ê ragihandin ku navenda bajarê Şengalê hat rizgarkirin.
Fermandariya HPG û YBŞ’ê bi daxuyaniyekî ragihandin ku di van kêliyan de hêzên wan ketin navenda bajarê Şengalê û rizgar kirin. HPG û YBŞ’ê wiha berdewam kir: “Di operasyona ku 8’ê kewçêrê me dabû destpêkirin de çeteyan gelek derbe xwarin. 31’ê kewçêrê jî di pêngava rizgarkirinê de li rojavayê Şengalê gund hatin rizgarkirin. Di çarçoveya operasyona duh de di roja duyemîn de em Şengalek azad diyarî gelê xwe dikin. Em azadkirina Şengalê ji gelê me û raya giştî re radigihînin. Operasyona li dijî gund û derdora Şengalê berdewam dike. Emê paşê daxuyaniyek berfireh bi raya giştî re par ve bikin.”


