Diyarname
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) 5’ê vê mehê dest bi weşana bi kurdî dike. Edîtorê beşa kurdî wê Kawa Nemir be.
ANF ku ji roja dest bi weşanê kiriye li ser çapemeniyeke alternatîf weşana xwe dike ev demekê ye li ser dixebite ku serwîsa xwe ya kurdî jî ava bike. Di encama xebatên amadehiyê de wê serwîsa kurdî ya ajansê 5’ê vê mehê dest bi weşanê bike.
Li gor agahiyên ku ji ajansê hatine pêşkêş kirin edîtoriya beşa kurdî ya ajansê wê helbestvan û werger Kawa Nemir bike.
Rayedarên ANF’ê ragihandin ku ajans amadehiya serwîsa îngilîzî jî dike.