Diyarname
Mebûsa DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigit ji Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî yê Tirkiyeyê Yusuf Tekin pirsa hejmara xwendekarên kurdî hilbijartiye kir. Wezîrî bi awayekî fermî eşkere kir, "Ji bo serdema 2024-2025'an 35 hezar xwendekarî ders hilbjartiye."
Tekîn bi awayekî nivîskî bersiva Sayyigit daye û gotiye, "35 hezar xwendekarî dersa bijartî ya kurdî hilbijartiye. Ji van 31 hezar û 199 kesî kurmancî, 3 hezar û 805 kesî zazakî hilbijartiye." Di serdema 2023-2024'an de 23 hezar xwendekarî ders hilbijartibû ku li gor par hejmar zêdetir bûye.
Li ser pirsa "Mamosteyên kurdî ku nehatine tayînkirin hene yan na, hebin çend heb in? Plana we ew e ku çend mamosteyên kurdî hûn tayîn bikin?" wezîr gotinên zelal negotine û gotiye, "Di çarçoveya kadroya mamosteyên me de perwerdehî tê dayîn."
Tekin gotiye ku li gor ragihandina serîlêdanê ya mamosteyên bi peyman a ku di adara 2024'an de hatibû ragihandin dê 6 mamoste bi kurmancî, 4 bi zazakî bêne tayînkirin.
Li aliyê din Mebûsa DEM Partî Sayyigit wisa gotiye, "Perwerdehiya bi zimanê zikmakî daxwaza bingehîn a bi mîlyonan hemwelatî ye. Dîwarê ku dewletê li hemberî zimanê zikmakî pêça ye hejiya ye êdî, lê li cem AKP'ê hilweşiya ye. Di hevdîtinên butçeya li Meclisê em bûn şahidê vê yekê. Li wê demê li ser zimanê zikmakî me pêşniyarname da, lê ev daxwaza me bi Xalên 3 û 42'yan ên Zagona Bingehîn hat redkirin. Loma li hemberî zimanan statuko heye. Bi qursan pirsgirêka zimanê zikmakî çareser nabe. Ji ber ku ew ne di bin ewlehiya Zagona Bingehîn de ne, ji bo ziman butçe nayê veqetandin. Bi taybetî zimanê zikmakî ya bi mîlyonan kurdan bi dersa bijartî nayê çareserkirin. Kurd bênîqaş perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi kurmancî û zazakî dixwazin, dixwazin ew bikevin bin ewlehiya Zagona Bingehîn. Bijartina dersa kurdî dibe gavek erênî be lê bi temamî daxwazê nayne cih."


