Diyarname
Fîlmê derhênerê ji DYA'yê James Cameron "Avatar" bi 3D ketibû vîzyonê û gelek eleqe dîtibû. Niha hat gotin ku bi mîlyar dolarekî 3 fîlmên din ên nû yên Avatar dê bêne kişandin.
Li gor nûçeya Sunday Times sala bê dê dest bi kişandina fîlman bê kirin, ji sala 2016'an heta 2018'an di her Noelê de fîlmekî nû ya Avatar bikeve vîzyonê.