Diyarname
Di maça yekem a Dora 4'an de Igdir û Mûş li Îdirê hatin hemberî hev. Mûş Spor bi 3-2 bi ser ket û derbasî Dora 5'an bû.
Maça Igdir û Mûşsporê bi bi van 11'an dest pê kir:
Igdir FK: Alp, Alperen, Ali Yigit, Yusuf Can, Berkan, Burak, Oguzhan, Kerim, Aleksic, Halil İbrahim, Niemann
Muş Spor: Enes, Efe, Sarp, Ahmet Arda, Yusuf, Emirhan, Kadir, Ebu Siddik, Cem, Yakup, Halil
Di deqîqeya 4'an de Igdirspor bi gola Kosta Aleksic 1-0 derket pêş. Mûşê bi Cem Çelik (dq 20) bersiv da; Igdirê di deqîqeya 27'an de bi Oguzhan Ozleşen carek din derket pêş lê Mûşê di deqîqeya 34'an de bi Yakup Alkanî carek din wekhevî saz kir. Nîveka yekemîn bi 2-2 bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn de lîstikvanê Mûşê Yakuphan Alkan carek din can da tîma xwe. Alkan berî bikeve nav sehaya pêş kelehê li dora xwe vegeriya û bi şid lê da, gog li torê çikiya; Mûş spor bi 3-2 derket pêş.
Piştî vê deqîqeyê encam neguherî û Muş Spor derket Dora 5'an, Igdir vegeriya mala xwe.
Maçên din sibê û du sibê ne.
Sibê 4 maçên bajarên kurdan hene. Ew maç ev ev in:
- 24 Erzincan - Karakopru, saet 13.30
- Amed - Adana 1954, saet 13.30
- Erzerom - Ayvalik, saet 13.30
- Bursa - Van, saet 20.30
Du sibê jî maçek heye û bi vê maçê ev Dora 4'an a Kûpaya Tirkiyeyê temam dibe.
Di vê maça dawî de Entab tîma Batmanê, Batman Petrol Sporê dike mêvan. Maç saet 20.30 de ye.
Not: A Spor hin maçên vê kûpayê yekser belav dike. Dikare li weşana vê bê nêrîn.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Kûpa: Reqîbên Amed, Batman, Vanspor û tîmên din ên kurdan diyar bûn
- Batman Petrol li Edîrneyê bi ser ket
- Mûş û Elezîz bi ser ketin, Agirî, Ş.Urfa û Viranşehir têk çûn
- Mardînê li Enqereyê winda kir
- Dora 3'yan: Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
- Diyarbekirspor ji sehayê vekişiya, maç betal bû


