Diyarname
Di Kûpaya Tirkiyeyê de Dora 2'yan vê hefteyê di navbera rojên 8, 9 û 10'ê mehê de têne lîstin. Di vê dorê de hin tîmên bajarên kurdan jî hene wekî tîmên Mêrdîn, Şirnex, Amed û Agiriyê.
Ji nav tîman, maçên tîmên bajarên kurdan bi vî rengî ne:
- Adiyaman - Afyonspor
- Kahramanmaraş - Çorluyê
- Kolibri Agri 1970 - Arnavut Belediyeyê
- 23 Elazig - Polatli 1926
- Bitlis Ozguzeldere - Onuksport Kelkit Hurriyet Spor
- Etimesgut Belediye - Şirnak Petrol Spor
- Ankara Demir - Eti Gubre Mazidagi Fosfat
- Beykoz İshakli Spor - Mardin 1969
- Giresun - Viranşehir
Ev maç hemû 9'ê mehê têne lîstin. Li aliyê din 10'ê mehê jî ji tîmên bajarên kurdan Diyarbekir Spor diçe Osmaniyeyê.
Tîmên bi ser bikevin dê derbasî Dora 3'yan bibin.