Diyarname
Di Kûpaya Tirkiyeyê de îro maça Osmaniyespor û Diyarbekirsporê hebû. Di deqîqeya 118'an de Diyarbekirspor ji sehayê vekişiya, maç betal bû.
Di Dora 2'yemîn de îro maça Osmaniye û Diyarbekirê hebû li Osmaniyeyê dihat lîstin. 90 deqîqeyên normal bi 0-0'ê bi dawî bû. Di 30 deqîqeyên zêdek de, di deqîqeya 102'yan de li ser navê Osmaniyeyê Ali Kucik golek avêt û nîveka dema zêdek wisa temam bû.
Di deqîqeya 118'an de faûl çêbû, tansiyon bilind bû. Ji klûbeya Diyarbekirsporê ferman dan ku lîstivanan ji sehayê vekişin. Lîstikvanên Diyarbersporê ji sihayê vekişiyan û piştî ve venegeriyan maçê, hakêmê maçê Berkay Erdemir maç betal kir.
Encama maçê dê TFF (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) li gor rêgezan eşkere bike.
Maça Osmaniyespor û Diyarbekirsporê ji herêma Îzmêr hakêm Berkay Erdemir bi rê vedibir. Hevkarên wî li kêleka sehayê Denizcan Şahin û Mert Şahin bûn, hakêmê çaremîn jî Emre Can Tatliyer bû.
PEYVA 'OLAN' NAYÊ QEBÛLKIRIN
Klûba Diyarbekirsporê bi ser hesabê xwe yê tora civakî re daxuyaniya nivîskî belav kir û got, "Hakêmê nav sehayê û cîgirên wî li hemberî tîma me zordestiya bêdalet pêk anîne. Hakêm li nav sehayê li hemberî sporkarê peyva "OLAN" bikar tîne, ku ev yek nayê qebûlkirin. Dema tîma me derket atakê hakêmê kêleka ehayê ji bo offsideyê al bilind kirin û biryarên şaş dan, bi vê yekê nehiştin em li nav sehayê lîstika saz bikin, pêk bînin. Hakê li hemberî tîmên Rojhilat her bi vî rengî tevdigerin, ev yek me diêşine."
***
Nûçeyên Eleqedar: