Diyarname
Ev çend roj in çeteyên radîkal hêzên HTŞ'ê, êrîşê Heleb û derdorê dikin. Kêr gihîştiye her ber kurdan jî. 24 saetan de li Rojava û li Sûriyeyê çi qewimî? Em hin agahiyan belav bikin:
- Heleb bi temamî ket destê hêzên tundirav ên HTŞ (Hetet Tahrîr el Şam) û çekdarên ku Tirkiye piştgiriya wan dike.
- Îdlîb dîsa bi temamî ketiye destê van hêzan.
- Rêya Bejayî ya M5 ku ji bo çûn û hatinê giring e girtin bin destên xwe.
- Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi çû Şamê û ligel Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad hevdîtin kir. Wêneyê hevdîtinê hat belavkirin.
- Akarçi 2'yê mehê dê bê Tirkiyeyê. Arakçi li Sûriyeyîe got, "Artêşa Sûriyeyê dê carek din serketinê bi dest bixe."
- Îranê hêzeke mezin ji Heşdî Şabî şand herêmê. Rojên pêş dê çi nişan bide, ne diyar e.
- Hat gotin ku balafirên DYA'yê bombe bi ser konvoyeke ku diket Sûriyeyê de barandiye.
- Rusyayê ragihand ku di êrîşeke ku wan pêk aniye de 320 endamên HTŞ-Artêşa Suriya Neteweyî kuştine.
- Ji aliyê kurdan ve li Şehbayê pevçûn di navbera Yekîneyên Parastina Gel (HRP - ku ev kurdên Rojava ne) û van çeteyan de derket. Dîsa Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ji kurdên Rojava pêk tê jî li aliyê Şehbayê ketine nava pevçûnê.
- Pêşî hat îdîakirin ku HRE bi HRP bi paş ve vekişiyane. Berdevkê HSD'ê Ferhad Şamî ji bo kanaleke televîzyonê got, "Biryareke fermî ku HRP û HRP vekişiyane tüne ye.
- Li Helebê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê taxên kurdan in ku bi sed hezaran kurd lê hene. Hat îdîakirin ku hêzên kurdan ên çekdar ji vir vekişiyane, lê Şamî ev yek jî red kir.
- Rêveberiya Xweser a Rojava banga seferberiyê kir.
- Li aliyê Serfermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Abdî got ku ji bo gelê sivîl yê li Tel Rifat û Şehbayê bikişînin cihê ewle xebata wan didome.
- Abdi: Li Hêzên me li Tel Rifat û Şehbayê bi lehengî gelê me parastin. Hêzên me yên li taşên Helebê berxwedan xwe didomînin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ewlehiya gelê me saz bikin û gavên lezgîn biavêjin.
- Hêzên kurd dixwazin korîdorek çêbikin û gelê li Tel Rifatê û Şehbayê vekişînin Helebê lê hêzên tundraw nahêlin.
- Hat îdîakirin ku hin hêzên navneteweyî dixwazin hêzên çekdar ên kurd ji Helebê vekişin. Kurdan ev yek qebûl nekiriye.
Banka KNK'ê
- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxayuniya nivîskî got, "Kurdên Rojava bi komkujiyeke din re rû bi rû ne. Em bang li dinyayê dikin ku çeteyan bidin rawestandin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojavaya Sûriyeyê bi tenê nehêlin. Ligel vê em bang li krud û hemû kurdistaniyan jî dikin ku berê xwe bidin Rojava, gelê me yê Rojava û wekî dema Kobanî, wê derê biparêzin."
Daxuyaniya DEM Partî
- DEM Partî jî di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser bi deh hezaran kesên xwe sipartine Tel Rifatê û got ku ew di hedefa çeteyan de ne. DEM Partî wisa got, "Em bang li aliyên siyassî, hêzên demokratîk, yên dijî şer, parêzvanên mafên mirovan, saziyên sivîl, civak u saziyên navneteweyî dikin ku li hemberî van geşedanan bêdeng neminin, deng bilinid bikin û reaksiyonê nişan bidin."
Ji bo yên nizanin notek: Tel Rifat navçeyeke biçûk e, piranî kurdên ji Efrînê koç kirine li vir dijîn. Li rojhelatê Tel Rifatê Mare, li bakurê wê Ezez hene ku ev çend sal in ev her du der di bin destê hêzên Tirkiye piştgiriya wan dike ne. Li başûrê Tel Rifatê jî Heleb heye. Li aliyê rojavayê Tel Rifatê Efrîn e.

Foto, dîmena kurdên dixwazin vekişin Helebê.


