"Son Kumsal" li BSB tê nîþandayîn
Diyarname
Fîlmê Ruya Arzu Koksal "Son Kumsal" ku þaredarê AKP'yî sansur kir li BSB'ê tê nîþandayîn.
Fîlmê Koksal ê bi navê "Son Kumsal" di 22'yê tîrmeha 2008'an de li Îneboluyê di dema kiþandinê de Þaredarê Îneboluyê ê ji Ak Partî mudexele kiribû, fîlm di nîvî de mabû û amadekarên fîlm ji navçeyê qewirandibû. Li ser vê derhêner Ruya Arzu Koksal û sazkar û derhênerê dîmenê Aydin Kudu navçe terk kiribûn. Roja piþt vê re jî li Abanayê vê carê nehiþtibûn fîlm bê nîþandayîn bêyî ku sedemeke nîþan bidin.
Fîlmê ku li ser çêkirina rêya li qeraxa behrê ya erebeyan ya li Karadenîzê ye li Festîvala Enqereyê di beþa belgefîlman de xelata sêyemînî girtibû. Fîlm nîþan dide ku Karadenîz kirine qurbana otobanê (rêya erebeyan a mezin).
Fîlm niha li Salona BSB'ê (Yekîtiya Belgefilmkaran) heta 2'yê gelawêjê her roj saet 14'an de (ji bilî roja yekþemê) tê nîþandayîn. Her kes dikari bê pere li BSB'ê li fîlm temaþe bike.
Ji bo kesên eleqedar:
BSB
Kuloglu Mah. Îstiklal Cad. Erol Dernek Sk. No: 6 K: 4 Beyoglu - Ýstanbul
Tel: (212) 245 90 96
Ji bo fragmanê: Son Kumsal