logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Merasima îmhakirina çekan bi dawî bû.
  2. Peyama Ocalanî bi vîdeo hat belavkirin
  3. Fînalîstekî diyar bû, yê din îro diyar dibe
  4. Rêveberiya Xweser li Şamê ye
  5. PSG'ê pozê Realê şikand!
news-details

Em guhê xwe bidin çîroka karxezalekî 57 salî: Karmamiz

Rêyek. Sê rêwî. Sê rêwiyên vê rêyê. Wirya, Hawar û Muhsîn. Yek lehengê rê û romanê, yek nivîskar û şirîkê êşa lehengê ro

  • Dîrok: 14/07/2021
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Îhsan BÎRGUL

Rêyek. Sê rêwî. Sê rêwiyên vê rêyê. Wirya, Hawar û Muhsîn. Yek lehengê rê û romanê, yek nivîskar û şirîkê êşa lehengê romanê, yek jî li ser rê û şopa her duyan û vegotanê çîroka her du lehengan. Pireya di navbera her du zaravayên bira û pismaman...

Belê gelek berhem hene, bi qasî naveroka xwe xwediyê serpêhatiyeke balkêş in jî. Wekî vê romana Elî Hesenyanî ango Hawar. Em dikarin bi rihetî bêjin çîroka nivîsa vê romanê jî xwediyê çîroka naveroka romanê ye.

Bêguman çîroka heyata Hesenyanî jî bi qasî her du çîrokên din balkêş û bi ketin û rabûnê domiye û dawî bûye. Çîroka wî emrê li Pamnara taxa Tehranê dest pê dike û Kopenhaga Danîmarkayê diqede...

Me jî ev hersê çîrok ji wergerê romanê yê kurmancî werger û nivîskar Muhsîn Ozdemîr û Dr. Zagros Hesenyanî yanî lawê Hesenyanî pirsîn. Ka çi ye çîroka “Karmamiz” ango Karxezalê. Çima ev pirtûk 57 salî ye…

***

Wexta em bêjin Muhsin Ozdemir kî ye, em ê bersiveke çawa bibihîzin?

M. OZDEMIR: Wekî  di nasnemeya min de jî diyar e,  ji gundê Zivinga Şikakan ya bi ser Findika Botanê ve hatime dinyayê. Li gorî xizm û lêzim û nasyarên derdor, mirovekî jêhatî û nesekinî û tim di geriyanekî de ye, li gorî hevalên min ên dibistanê şekleke din,  ji bo hevalên min ên di têkoşînê de em bi hevre mayîn bi awayekî din, di van dehsalên dawiyê de jî her çiqas wekî romannivîs hatibe nav qada wêjeyê jî, lê hino hino wekî wergêr tê bihîstin. 

Berî em derbasî serpêhatiya vê pirtûkê bin, em pêşî li serpêhatiya wergerê guhdarî bikin. Niyeta wergera vê pirtûkê ji ku derket û pêvajoyek çawa derbas kir?

M.OZDEMIR: Di sala 2014'an de,  li Facebookê hevaleke min ji rojhilat -ku ew jî mamoste û helbestkar e- ji min re helbesta “Cellad” a Elî Hesenyanî şand ku wergerînim. Min jî wergerand û li ser hesabên xwe yên torên medyaya civakî parve kir. Rojek bi şûn de, Zagros Hesenyaniyê kurê Elî Hesenyanî bi messengerê li min geriya, xwest min bibîne. Min got, xêr e, got ew helbest a bavê min e û dixwazim  te bibînim û dîwana wî jî wekî diyarî ji te re bînim. Piştî heyemake kurt Dr. Zagros Hesenyanî hate Wanê û dîwan (Gunah) û romana “Karmamiz” a çapa Holanda ji min re anîn. Me hev nedît, lê piştre min du pirtûkên Hesenyanî wekî diyarî wergertin. Min ji gelek kesan re behsa vê pirtûkê dikir. Hetanî 2018'an min di hesabê xwe de parve kir ku min dil heye berhmemên Elî Hesenyanî wergerînim. Li ser vê parvekirinê Dr. Zagros li min geriya û got ez ê hemû berhemên Elî Hesenyanî ku nû hatine çapkirin ji te re bînim. Vê carê jî wekî set her pênc berhemên Elî Hesenyanî bi xwe re anîn Stenbolê û ji wir jî teslîmî hevalekî min kir ku ji min re bişîne. Piştî ku min diyariyê xwe wergertin bi şûnde min Karmamiz xist nav berrnameya xwe ku wergerînim. Ji ber pandemiyê hinekî dereng ket. Ji bo weşandinê jî ez bi weşanên NA'yê re axivîm, min doza mafê wergerê jî nekir... me xwest surprîzekî li Dr. Zagros bikin. Wisa jî çêbû. Dema ku ji çapê derket û gihîşt weşanxaneyê, Dr. Zagros jî amade bû. Me bi hev re ev kêfxweşî pîroz kir. Spasiya xwe pêşkêşî weşanên NA û dr. Zagros dikim ku ez bi tenê nehiştim. Hêvîdarim ku xwînerê kurdî jî vê pirtûkê bi tenê nehêlin.

Ev pirtûk çima 57 salî ye û ji bilî 57 saliyê çi taybetmendiya wê heye ango taybetmendiyeke wê ya din heye?

M. OZDEMIR: Taybetmendiya vê pirtûkê ew e ku hetanî hingê berhemeke nûjen wekî roman bi kurdî li ser jiyana kurdewarî çap nebûye.  Elî Hesenyanî sala 1964’an di zindanê de bi farisî romaneke bi navê “Rûnak Ahûyê Kohestan” dinivîse. Ku ev roman hingê di zindanê de nehatiba desteserkirin û tunekirin, ew ê bi kurdî jî ya yekemîn bûya. Lê mixabin, piştî tunekirina vê romanê, Hesenyanî tim di wê hizrê de ye ku romana xwe û çîrok û helbestên xwe binivîse û bidomîne. Çendîn caran dinivîse, lê dîsa tê tunekirin an ji dest diçe. Cara diduyan li quntara çiyayê Qendîlê guhdariya serpêhatiya pêşmergeyekî dike û serpêhatiya lehengê romana xwe ya xeyalî digihîne hev û Karmamizê dinvîse.  Vê carê jî tevî gelek nivîsên wî dikevin ber ava çemekî û tune dibin. Cara sêyemîn jî dîsa dinivîse û diqedîne. Ji ber jiyana pêşmergetiyê nikare bi xwe re bigerîne û li gundekî datîne. Îca topeke neyaran li odeya ku daniye dikeve û dîsa gelek nivîsên wî tevî vê romanê tune dibin.... Piştre dîsa dinivîse û li Kawlana Mehabadê diqedîne... 

Taybetmendiya vê romanê ew e ku kurdewarî ye,  jiyana kurdewarî, evîn, têkoşîn, bindestî, feodalî û hêvîyê digire dest û li welat bi xwe hatiye nivîsandin. 

Niyet an jî projeyeke we ji bo wergerandina pirtûkên Hesenyanî yên din heye?

M. OZDEMIR: Helbet min dil heye tevahiya berhemên Hesenyanî wergerînim. Ji bo wergerandinê jî min destûra wergerandin û çapkirinê ji Dr. Zagros wergertiye. Piştî Karmamiz, ew ê romana Dêrwêş were wergerandin û me li ser wê li hev kiriye.  Ya rastî nehata çapkirin jî min ê her dê wergeranda...  lê niha hê xweştir û rastir biryar heye. 

Pîvana Muhsîn Ozdemîr ya wergerê çi ye?

M. OZDEMIR: Helbet ji bo wergerandina her berhemekî pîvanên cuda hene. Li gorî helbest û pexşanên edebî hinekî mirov dikarê wekî werger însiyatîfê bikar bîne û guhertinan çêbike. Di metnên wisa de li gor qalib û kodên kurdî tevdigerim ku werger ne peyv bi peyv be. Lê ku metnên olî bin, yan teknîkî û bijîjkî û hwd. bin, ev însiyatîf nikare were bikaranîn. Wekî rêbaz, ez destpêkê metnê çend caran dixwînim ku girêdana serî û nav û dawiyê baş were dariştin. Heke helbestên kêş û newa bin xwe dûr digirim ku ez di vir de ne ew qasî hosta me. Ku kareke wisa jî hebe, her divê bi çend pisporan re wekî hevbeş ez wî karî bikim. 

Pirseke magazînî! Gelek wergerên cenabê te hene. Lê çima hemû ne cihekî, li cur bi cur weşanxaneyan hatine hatine çapkirin?

M.OZDEMIR: Di vir de heke proje ya min bi xwe be, di heman weşanxanê de ez dixwazim wergerên xwe biweşînim. Lê car heye proje ne ya min e, yan jî ya weşanxaneyekî ye, li gorî peymanê bi wan re didim wan. Ji ber wê piraniya berheman ji weşanxaneyên cuda derketine. Ev ne di destê min de ye. Tew gelek werger hene, yên ji bo saziyan in, bi heqdest hatine kirin.  Yên bi vî cureyî jî pir in. Êdî ew li ku çap bikin, ew  karê wan e. 

Herî dawiyê ji bo vê hevpeyvînê spasiyên xwe pêşkêşî te û  malpera Diyarnameyê dikim bi hestiyarî.

***

Em niha jî berê xwe bi çend pirsan bidin Dr..Hesenyanî. Ka çi bersivan dide me….

Têkiliya rêzdar Hesenyanî bi Komara Kurdistanê ya Mahabad re çêbûye? Eger çêbûbe di çi astê de ye?

Z. HESENYANÎ: Di dema Komara Kurdistanê de Hawar wekî temen pir biçûk bû. Wisa dixuye çalakiyeke wî bi Komara Kurdistanê re nebûye. Hingê Hawar 5-6 salî ye ku Qazî komarê li Mehabadê dadimezirîne. Lê ew hewaya ku hingê heye li ser wî bandor kiriye û piştre tevlî Partiya Demokrat dibe.

Bi qasî tê bîra cenabê te helwest û hewladana rêzdar Hesenyanî ya ji bo tifaqa netewî çi bû?

Z. HESENYANÎ: Têkariya ku li ser yekîtiya neteweyî kiriye ew e ku Hawar kurdekî rasteqîne bû, pir rasteqîne. Xuyaye hay ji her partî, grûp û desteyên kurd ê li Kurdistanê hebûye, bi taybet li rojhilatê Kurdistanê. Wê demê li Kurdistanê gelekî gendelkarî hebû, ez di temenê deh-duwazdeh salî de bûm, Hawar bi kurdayetiyekî sade bi pirsgrêkan re eleqeder bûye. Naxwazim behsa gelek tiştan bikim. Ji bo yekîtiya neteweyiya her çar-pênc parçeyan ya ku jê hatî, teqsîr nekiriye, jiyana xwe jî di vê rêyê de daye. Kar û xebat û ehtûbara xwe tev xistiye bin vê xizmetê. Kesekî wisa bû ku heke li pey kurdayetiyê neketiba cihê wî di civaka Îranê de pirtir bilind dibû ji rewşa ku tê de bû. Lê ya ku dixwest bike, ya ku di sînorê hêza wî de bû ku dixwest pêk bîne, bi nihênî kiriye û nexwestiyê herkes pê bizanibe. Li pey meqam û berjewendiyên şexsî neketiye ku pileya wî di wê civaka Îranê de bilind bibe. Bi tu hawî li pey tiştên wisa neketiye. 

Sedama terkkirina welêt ya rêzdar Hesenyanî çi bû gelo? 

Z.HESENYANÎ: Sedema  derdikeve derveyî welat jî ew bû ku, Hawar bi Partiya Demokrat re bû, endamê wê bû. Gelek kêşe û pirsgirêk bi ser de hatin. Ev jî mijareke bi serê xwe ye... Ji bo ku were Mehabadê û Partiya Demokrat wî dûr bixe, çend salan li Mehabadê dimîne. Partiya Demokrat wekî  qazî –dadgeh biryar dida û pêşgirî û astengî jê re derdixin, lê wexta ku haya wî ji vê çêdibe berê xwe dide derveyî welêt bi wê mebestê li derveyî welat kovarekî-rojnameyekî çap û belav bike diçe Fînlandiya. Li Fîlandiyayê mixabin ku tiştekî pir seyr û balkêş e, dibêjin ew tiştê ku tu di kovarê de bi kurdî belav dikî, divê bi zimanê fînlandî û tirkî jî belav bikî. Ev daxwaz û doza fîlandiyan jî dibe sedem ku ji Fînlandiyayê derkeve û biçe Danîmarkayê û daxwaza penaberiyê bike. Ji ber ku li Fînlandiyayê penaberiya wî hatibû qebûlkirin, li Danîmarkayê jî mecbûr dimîne bi navê Azad Sasan xwe bide nasandin û mafê penaberiyê bixwaze. Mixabin mirina pêşwext rê nade ku ew kovara çandî, wêjeyî ya tenê bi kurdî ku hesreta wî bû belav bike. 

Gotina cenabê te ya dawîn?

Z. HESENYANÎ: Di dawiyê de jî spasiyê xwe pêşkêşî  nivîskar û wergerê kurd Muhsîn Ozdemîr dikim ku yekemîn berhema Hawar (bavê min) kurmancîze kir, her wiha spasiyê xwe pêşkêşî  xwediyê Weşanên NA’yê Berfo Barî dikim ku barê weşandin û belavkirina vê berhêmê girtin ser xwe. 

Nîşe: Gotinên Dr. Zagros Hesenyanî jî ji aliyê Muhsin Ozdemir ve ji Soranî hatine kurmancîzekirin

Parve Bike

Youtube Me

Grok, der barê wê de lêpirsîn û doz vedibin?

news

Rengê Tîşortê Ocalan

news

Vatîkan û Laleş

news

Reşîdê Kurd, 'Kerwan'

news

Kadir Stêra: Por zerê, bêje kê we şewitand?

news

Yeqîn H.: Nexwende

news

Goçînî

news

Napolyon û Selaheddînê Eyûbî

news

Derhênerê 'Şêrê Çolê'

news

Salên 1878 - 1918 Qaxizman

news

Romana 'Kavirên Anarşîst'

news

Pêşangeha Geliyê Zîlan

news

32 hezar û 630 rûpel

news

Gundek, sînorek, bêxwedîtî...

news

Li ser Qazî Mihemed muzeyeke tê çêkirin

news

Çîroka wergerandina 'Efsaneya Çiyayê Agiriyê'

news

Li Qamiyloyê pirsgirêka avê

news

Qîmetdayîna nirxên kurdî

news

18 sal ji bo belgefîlman

news

Telefbûna Pirtûkên Kurdî

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

news
  • 24 08 2024

Uslu: "Wergera 'Alfabeya Sosyalîzmê' bersivek ji bo yên dibêjin kurdî ne zimanê zanistê ye"

news
  • 23 08 2024

Elegez: Em berê xwe bidin mîrasa xwe ya ziman lê bila guhê me li ser edebiyata cîhanê be jî

news
  • 02 07 2024

Li ser wêjeya kurdî pirsên çawa ji Hişê Çêkirî têne kirin?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ev ziman nasname, dîrok û xeyalên gelê kurd hildigire

  • Hogir Berbir
news

Por zerê, bêje kê we şewitand?

  • Kadir Stêra
news

Hezîran û Veger 

  • Mesûd Qeya
news

Diranên Şêx Seîd

  • Cemil Oguz
news

Nexwende 

  • yeqîn h.
news

Çîroka Destanî ya Adilê Qetarî

  • Hogir Berbir
news

Çîroka ‘40 Heramiyan’ ji kurdan hatiye dizîn

  • Hogir Berbir
news

Gulan, Îsal zat çawa ye?

  • Mesûd Qeya
news

Zimanê dê û “zimanên dijmin”

  • yeqîn h.
news

Culemêrg an Colemêrg; koka wan ji ku tê?

  • Omer Dilsoz
news

Li Amedê ‘binpêkirina navên şaîran’, li Almanyayê rewş çawa ye?

  • Zekî OZMEN
news

Hiş Nebe Nowa

  • H. Kovan Baqî
news

Derwêşê Por Spî

  • Kadir Stêra
news

Melodiya di Bêdengiyê de

  • Hogir Berbir
news

Lêk-ve-kirin û jêk-ve-kirin 

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Ji bo we Hewlêr qedexe ye!

ad

Belgefîlmê Lady Gaga tê kişandin

ad

Ji bo Kerkûkê YNK'ê bang li PDK'ê kir

ad

Derhêner Fernando Solanas mir

ad

Li ser "Guleyşa" ya Rehmî Kurdziman

ad

Siwarbûna Torosa Spî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Merasima îmhakirina çekan bi dawî bû.

  • 11 07 2025
news

Peyama Ocalanî bi vîdeo hat belavkirin

  • 09 07 2025
news

Fînalîstekî diyar bû, yê din îro diyar dibe

  • 09 07 2025
news

Rêveberiya Xweser li Şamê ye

  • 09 07 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname