Diyarnama
Vê sibê polîsan li gelek bajaran bi ser gelek malan de girt. Rojnameger, nivîskar û Seroka MGK'ê (Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê) Roza Metina, Hevşaredarê Kayapinara Amedê Cengiz Dundar, rojnameger Ahmet Sumbul, derhêner Ardin Diren, Kordînatorê Pirtûka Kurdî Bawer Yoldaş (Bawer Berşev), nivîskar Hîcrî îzgoren, endamê Meclisa Yenîşehîra Amedê Siyabend Demir û gelek kesên din hatine binçavkirin.
Polîsan vê sibê li Amed, Stenbol, Mêrdîn, Şirnex, Enqere, Çanakkale, Ezkişehîr, Riha, Mêrsîn û hin cihên din bi ser malan de girt. Bi dehan kes hatine binçavkirin.Ji kesên li Stenbolê hatine binçavkirin hin jê ev in: Rojnameger Erdogan Alayumat û Bilge Aksu, avakara ÎHD'ê Nimet Tanrikulu, Cîger Hevserokên DEM Partî Sevtap Akdag. Ji rojnamegeran Tugce Yilmaz, Mehmet Ucar, Suzan Demir, dîsa karîkaturîst Dogan Guzel, wergêr Omer Barasî jî di nav kesên binçavkirî de ne.


