logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

'Bahoz'ê serdemekê rabû

Fîlmê Kazim Oz "Bahoz" yekem car di Festîvala Fîlman a Stenbolê de hat nîşandayîn û bi eleqeyeke baş re rû bi rû ma.

  • Dîrok: 19/04/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

Diyarname
Fîlmê derhêner Kazim Oz "Bahoz" yekem car di Festîvala Fîlman a Stenbolê de hat nîşandayîn û bi eleqeyeke baş re rû bi rû ma.

Cemal di ezmûnan de bi ser dikeve û ji bo xwendina li Zanîngeha Stenbolê tê Stenbolê. Di vê bajarê qelebalix de bi tenê ye, di nav demê de hevnasîna wî bi komeke ciwanên şoreşger re pêk tê. Bi yek ji rêveberên komê Hêlînê re dikeve nav pevçûna nasnameyê û pişt re hay ji nasnameya xwe ya kurdî dibe, dikeve nava xebata têkoşînê ya ciwanan. Pêre Cemal dest bi xwendinê, lêkolînê dike. Rojda û Orhan jî ji heman rêyê derbas dibin û dûre dibin endamên aktîf ên komê.
Fîlm çîroka ciwanên 18-19 salî, fikrên wan ên 'şoreşger', veguherîna wan pêşkêş dike. Fîlmên ku têkoşîna xwendekarên kurd ên salên destpêka 1990'an pêşkêş dike di heman demê de cih dayîna Musa Anter (Dicle Anter rola wî lîstiye) wî bibîr tîne.

Derhêner Kazim Oz li ser fîlm wisa dibêje, "Fîlm serdema ku ez bûme şahid, serdema bi bahoz a ku bûyer û karakterên awarte jê derketin bi zimanê sînematografî pêşkêş dike. Di serdemeke ku her tişt sakin dimeşeke de bahozeke radibe û her tiştî serobino dike."

Fîlmê ku serlîstikvaniya wê Cahit Gok, Havin Funda Saç, Selim Akgul, Asiye Dinçsoy, Ali Geçimli, Ali Surmeli kiriye duyemîn fîlmê metrajdirêj ê Kazim Oz e. Oz pêşî kurtefîlmê "Ax" kişandibû, dûre fîlmê metrojdirêj "Fotograf", piştî vê jî belgefîlmê bi navê "Dûr" kişandibû.
Fîlmê "Bahoz" ku kurdî-tirkî ye digel pêşkêşkirina rêxistina serdemekê, cureyên çalakiyên wan, henekên serdemekê wekî nostaljîk jî pêşkêş dike.

Notên ji fîlm:

Bahoz di navbera sermawez 2006-reşemî 2007'an de li Dêrsim, Stenbol3e hate kişandin. Hin beş li Zanîngeha Stenbolê, Zanîngeha Marmara ya Haydarpaşayê, li Hertek, gundê Kedek (Li Ocaik), li ser rêya Erzîncan-Dêrsimê, hin beş jî li Fabrîkeya Sumerbank a li Beykozê hatin kişandin. Li pişt kamerayê ekîbeke ji 60 kesî pêkhatî peywirê xwe anî cih.

- Ji bo fîlm bi nêzî 20 karakterî re 5 hem hevdîtin pêk hatin, prova hatin kirin. Ev 20 kes ji nav 650 kesî hatin hilbijartin.

- Di fîlm de nêzî 2 hezar lîstikvanên duyem û fîgurasyonî kar girt ser milê xwe.

- Ji bo di fîlm de bêne bikaranîn rojname û kovarên salên 1992-93'yan ji nû ve hatin çapkirin, afîş û erebeyên wê demê hatin bikaranîn, hin sehne bi taybetî hatin amadekirin. Her wiha gelek afîş û molotof jî hatin amadekirin.

- Di dema kişandina fîlm de di heman demê de belgefîlmekî bi navê "Vejîna Bahozê" ku piştperdeya fîlm nîşan dide hate amadekirin.

Kunye:

Bahoz / Firtina / The Storm
Senaryo û Derhêner: Kazim Oz
Lîstikvan: Cahit Gok, Havin Funda Saç, Selim Akgul, Asiye Dinçsoy, Ali Geçimli, Ali Surmeli
Cîgirê Derhêre: Fesih Alpagu, Aziz Çapkurt
Derhênera Hunerê: Selda Çiçek  
Derhênerê Dîmenê: Ercan Ozkan
Muzîk: Ayhan Akkaya, Vedat Yildirim, Burak Korucu (BGST)
Ronahî: Bulent Zandarli
Sazkirin: Mezopotamya Sinema û Yapim 13 Fîlm Produksiyon

Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Jocelyne Saab li Bogazîçiye

ad

Dor li Roj TV digirin

ad

Ji Silbûs û Tarî 'NEWROZ'

ad

Xwe tazî kirin û bal kişandin ser dengdayînê

ad

Dezz Deniz li NÇM'ê ye

ad

Piştî 21 salan li weşanxaneyê xwe ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname