logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

30 Saliya TOHAV'ê, 'Di çareserî de rola hiqûqnasan'

  • Dîrok: 27/10/2024
  • Beş: Nûçe
___Nûçe/çavdêrî: Cemil Oguz___

TOHAV (Weqfa Lêkolînê ya Hiquq Civakê) 30 sal berê hatiye avakirin. TOHAV'ê di warê hiqûqê, mafên mirovan de heta niha gelek xebat kirine. Û niha jî 30 saliya xwe pîroz kir; di pîrozbahiyê de li ser pêvajoyê jî nîqaş çêbûn.
Ji bo min rojek cuda bû. TOHAV'a ku di van 30 salan de hevalên min ên nûçegîhanan gelek nûçeyên wan çêkiribûn, lê ji ber ku zêdetir bala min li ser çand û hunerê bû min bi xwe li ser navê xwe kêm nûçeyên wan çêkiribûn. Vê carê bi balkêşiyeke din ez di çalakiya 30 saliya wan de bûm. Di van 30 salan de çi bîranîn dabûn hev bo min meraq bû? Û di bernameyê de mijarên wekî "Di karên kamûyê de xwegihandina zimanê zikmakî", "Di pêvajoya pevçûnê de ji nû ve fikirîna li ser derfetên aştiyê" hebûn ku bala min li ser bû. Ligel ku cihê salona lidarketinê guherî bû jî, bo min ne xem bû.
Salona ku dê bername li dar biketa guherîbû û TOHAV'ê li salona xwe çalakî li da dixist. Salon teng bû, têra beşdaran nekiribû lê ne xema wan bû, ew li ser piyan lê piranî bi coş bûn. Ez jî li salonê bûm; lê gelek nav û rûyên cuda hebûn bo min. Belkî sedî 95'ê wan parêzer, yan jî stajyerên parêzeriyê bûn. Ji bo min balkêş bû, bi qasî balkêşî ew qasî jî kêfa min jêre hat. Tiştek balkêş ku bo min xuya kir jî ev bû: Dema panela duyem dê bi kurdî ba, pirsa "Kî wergerê dixwaze" hat kirin ku kêm kesan daxwaza wergerê kir. Di nav ew qas hiqûqnasî de astek bilind bû ku bi kurdî dizanî.
"EHLÊ XIRABIYÊ HIQÛQNAS KUŞTIN"
Pêşî Serokê TOHAV'ê Numan Ariturk derket pêş beşdaran, sipasiya hatine kesên wir kir û got, "Heta niha gelek hiqûqnas ji aliyê ehlên xirabiyê ve hatine kuştin. Ew bo me bûne mebesta bîr û baweriyê." Ariturk ew hiqûqnasên hatine kuştin bibîr anîn û paşê bal kişand ser nîqaşên niha, "Gere aştî were vî welatî. Mirin bes e."
"LI KEBABÇIYÊ AVAKIRINA TOHAV'Ê"
Dûre yek ji avakarên TOHAV'ê Eren Keskînê axivî. Dema kesek bi ser 30 salan de xwe dabe ber karekî miheqeq gelek bîranîn jî pêre hene. Keskînê ji parêzek Medet Serhat, Metin Can, heta Tahir Elçî gelek hiqûqnasên hatine kuştin bibîr anî û qala serdema pêvajoya avakirina TOHAV'ê kir: "Medet Serhat, Medet abê em li kebabçiyek kom dikirin, me li wir li ser avakirina saziyê xeber dida. Fikra avakirina saziyên hiqûqnasên kurd li wir derket holê. Fikra avakirina saziyên hiqûqnasên kurd meseleya têkoşîna neteweyî ye."
Keskîn paşê got ku her çiqas bêjin 'Pirsgireka kurd' jî ev pirsgirêka Kurdistanê ye, li çar parçeyan zor li wan tê kirin ku dest bi hevdîtinan bikin; û di vir de rola hiqûqnas bilîzin gelek e. Keskin wisa got, "Têkoşîna parêzeran têkoşîneke serînetewandin e. Di têkoşîna serînetewandinê de em gihîştine cihek, bi îtîfaqê be jî êdî dê gotina me jî hebe."

"GERE EM 'MAFÊ AŞTIYÊ' BIPARÊZIN"
Piştî axaftinên pêşî vê carê nîqaşên di danişînan de çêbûn. Di danişîna "Di pêvajoya pevçûnê de ji nû ve fikirîna li ser derfetên aştiyê" de moderator parêzer Esra Bilen bû û Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz axivî.
Tahmaz li ser nîqaşên pêvajoyeke nû ya çareseriyê sekinî, bi giştî got, "Dema aliyên pev diçin nikaribin hev têk bibin, di vir de rêya çareseriyê tê holê. Gava pêşî jî bêpevçûn e. Divê mirov sedemên pevçûnê ji holê rake. Ev yek jî wisa hema di cih de çênabe. Pêvajoyên pevçûnê, pêvajoyên aştiyê dem digirin. Gere wisa lê bê nêrîn."
Tahmaz bibîr xist ku di dema Şerê Cihanê yê 2'yemîn de gotina "Mafê Aştiyê" derketiye holê, paşê Neteweyên Yekbûyî ev yek qebûl kiriye û got ku divê em xwedî li vê mafê aştiyê derkevin, em vê biparêzin, mafê parastina aştiyê ne tiştek hêsan e, ev yek mafê mirov bi xwe ye. Tahmaz got, "Ji ber ku pergal xitimî loma derî li şikandina tecrîdê vebû. Li dinyayê jî li gelek cihan dema mecbûr mane bingeha aştiyê çêbûye. Niha Tirkiyeyê hê dest ji politikaya xwe ya bignehîn bernedaye. Heta niha me qala 'Mafê hêviyê' dikir, kesî fêm nedikir. Niha axaftina Bahçelî kir ku rê li ber mafê axaftina me vekir. Gere em vê yekê baş bikar bînin."
"EM KETIN DÛ MAGAZÎNÊ, ME AŞTÎ NEKIR MALÊ CIVAKÊ"
Tahmaz îdîa kir ku daxuyaniya Ocalan baş nehatiye fêmkirin û got, "Ew, aliyan vedixwîne pêvajoyê. Nabêje firsendê bidin min ez çareserî çêbikim. Tiştek nû dibêje. Di pêvajoyên berê de me digot ka Kandilî çi got, HDP'ê çi got, Selahattin çi dibêje, me li aliyê wê yê magazînî nêrî. Me nekarî aştiyê bikin malê civakê."
Tahmat got, "Divê pirsgirêka kurd ji konsepta terorê bê derxistin" û di dawiyê de bi vî rengî rexne li saziyan jî girt, "Di qada ku tenê hikumetê yan jî DEM Partiyê bo me vekiriye de xebitîn, tê wê wateyê ku em di nav bexçeyê wan bi xwe de ne. Ew çawa bixwazin dê me wisa bidin xebitandin. Gere em ji vir derên, ji vê wêdetir bixebitin."
"DI DEMÊN WISA DE SAZIYÊN SIVÎL GERE ZÊDETIR BIXEBITIN"
Dûre ji parêzerên Asrin Hukuk Burosu Emran Emekçî axivî. Wî jî qala pêvajoya heyî, hevdîtina ligel Ocalan, pêvajoyên çareseriyê ji sala 1993'yan heta niha kir. Emekçî got, "Em dibêjin pêvajo, ev pêvajo nayê maneya çareseriyê. Di vê pêvajoyê de dê kî zêdetir bixebite? Di van pêvajoyan de zêdetir em rawestiyan. Di demên wisa de saziyên sivîl divê hê zêdetir bixebitin."
Emekçî qala serdema pêvajoya salên 2010'an kir û got, "Wê demê zagona muzakereyê derneket. Kesên di nav vê pêvajoyê de bûn hemû niha girtî ne. Pêşî divê zagona muzakereyê derkeve. Paşê mafên zagonî û mafên di zagona bingehîn de, mafên kurdan bêne nasîn, mafên kurdan di Zagona Bingehîn de bêne nasîn û herî dawî çek bêne danîn."
Emekçî diyar kir ku şer ji bo her du aliyan jî dide windakirin û bal kişand ser vê yekê, "Kîjan dest naxwaze çareserî çêbe? Heta niha kîjan destî pêvajo têk birine, gere em wî destî nas bikin."
"JI GUNDÎ HETA PROFESOR, KURDÎ HER KESÎ ELEQEDAR DIKE"
Danişîna duyemîn li ser "Di karên kamûyê de xwegihandina zimanê zikmakî" bû ku ev beş bi temamî bi kurdî li dar ket. Di vê danişînê de rêveber ji TOHAV'ê Xemgîn Yusuf Gorucu bû. Gorucu li ser înkar û asîmîlasyonê çend gotin gotin û mesele wisa girê da, "Apê Mûsa bi kurdî nivîsî li Tirkiyeyê qiyamet rabû. Şaredariyan li ser rîyan Pêşî Peya nivîsî dîsa qiyamet rabû. Zimanê me bo wan qiyamet e. Mesela kurdî ji kurdekî gundî heta profesorekî hemû kurdan eleqedar dike." Gorucu paşê mafê axaftinê da derûnînas Minewer Aslan axivî. 
Aslan zêdetir li ser zarokan, zimanê zarokan ji zikê dê heta mezinbûna wan a bi zimanê dayikê û zimanê zikmakî axivî. Aslan ji zanyarên dinyayê yên li ser ziman xebitîne yek bi yek mînak dan ku ziman çawa şikil dide zarokan.
"ZAROK BI ZIMANEKÎ DIN BIAXIVE ÊDÎ BI XWE NE EWLE YE"
Aslan diyar kir ku zimanê ku dayik pê diaxive zarokê/a biçûk çawa pê aş dibe û dûre mesele bi vî awayî da ser hev, "Zimanê dayikê hem ramanê, hem têgihîştina cihana mirovan diyar dike."
Aslan ji bo ji zikê dayikê heta du salî wekî pêvajoya 'zimakê dayikê' bi nav kir û piştî du salî jî edî wekî 'zimanê zikmakî' bi nav kir û got, "Bi darê zorê hînkirina zimanekî din sirgûn e. Ew ewlehiya berê, ew zimanê ku zarok pê aş dibû êdî namîne. Zarokê dema bi zimanekî din xwe îfade dike êdî bi xwe ne ewle ye, bi peyvên tîne ziman ne ewle ye."
Herî dawî Aslan bi bîr xist ku ger "Perwerdehiya bi zimanê zikmakî nebe, gotinên zarok feqîr dimînin."
"MÊTÎNGEH PÊŞÎ ZIMAN QEDEXE DIKIN"
Dûre Hevseroka Enstituya Kurdî ya Stenbolê zimanzan Remziye Alpaslan axivî û got ku meseleya mêtîngeriyê gelek bi ziman ve eleqedar e û wisa dom kir, "Dema mêtînger diçin cihekî pêşî li wir ziman qedexe dikin. Gelek nirxên xwe derbasî wê civakê dikin, vê jî bi ziman dikin. Zimanê xwe yê serdest wekî 'Zimanê pêşketî, yê medeniyetê ye' nîşan didin, dibêjin 'em medeniyetê tînin vir' û zimanê xwe li wir bi cih dikin. Piştî ku zimanê xwe bi cih kirin êdî civak xwe bi xwe dest bi wê mêtîngeriyê dike. Dema civak xwe entegreyî mêtîngeriyê dike carinan zehmet dibe mirov wê li civaka xwe vegerîne."
"JI BO ZIMAN 3 XALÊN BINGEHÎN"
Wekî axaftgerê dawî ji OHD'ê parêzer Samet Yavuz bû. Wî qala pêvajoya qedexeyên li ser ziman yên di serdema Tirkiyeyê de kir. Yavuz ji bo rizgarkirina ji van qedexeyên ziman qala 3 xalan kir û got, "1- Mafê bikaranîna ziman. 2- Mafê hînbûna ziman. 3- Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî. Ji van her sê xalan yek jî kêm be nabe."
Piştî van pêşkêşiyan di rûniştina dawî ku Serokê TOHAV'ê Numan Ariturk bi rê ve bir de mêvanan ji axifgeran li ser ziman, li ser pêvajoyê, li ser hiqûqê pirs pirsin û danişîn bi dawî bûn. Dûre 30 saliya TOHAV'ê bi kokteyl û muzîkê bi dawî bû.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di serê Şarapova şî û şî!

ad

Li Kantona Cizîrê bernameya çalakiyên 8'ê Adarê

ad

Biryara Konferansê: Hemû nivîsên rêxistinî yên navxweyî yên navbera sazî û dezgehan divê bi kurdî bin

ad

Nexweşxaneya Çewligê çima hê jî temam nabe

ad

Li Enstîtuyê panela "Cixare û tenduristiyê"

ad

Ev bajar jî dibin 'Bajarên Mezin'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname