logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir
  3. Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?
  4. Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!
  5. Kûpaya Tirkiyeyê: Va ne maçên bajarên kurdan
news-details

Sê roman û sê nivîskar û ez

Darên ku ji axa seqemî wekî benikê kişandî, zirav û dirêj bejn avêtibûn ezman, tevî katikên xwe yên di bin berfê de tewi

  • Dîrok: 08/06/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Serkan Birûsk

Darên ku ji axa seqemî wekî benikê kişandî, zirav û dirêj bejn avêtibûn ezman, tevî katikên xwe yên di bin berfê de tewiyayî ji min ve sipîçûrisî xuya dikirin. Ew li ber bayê çûna bilezgînî ya tirênê di nava tarîtiyê de winda dibûn. Pêre jî ew bişirîna tîrêjên rojê yên ji rûyê berfê dibirîqîn jî her çûbûn winda bûbûn.

Min geh li seata xwe nêrîbû û geh jî hewl dabû ez wê xwezaya bi rêk û pêk a welatê nû bibînim. Lê tariyê di mefera çavgirtinekê de ronahiya rojê dagir kiribû. Bi min wisa hatibû ku şevê xwe li rojê pêçabû û ew di bin xwe de fetisandibû. Wekî ku hesta biyanî û sariya vî welatê nû nebes be, vê carê jî hesteke fetisonekî bi qirika min girtibû. Min demekê bi çavên dudilî li derve badilhewa û vala nêrîbû. Êdî tenê ew dar û dever ji min ve xuya dikirin ên ku ronahiya trênê ji bo demeke kurt ew dîtbar dikirin.

Trêna dirêj wekî tîra ji kevanê derketî berf û seqem diqelaşt û di zikê tunela tarîtiyê de ber bi armanca xwe ve diçû…

Piştî rêwîtiyeke dirêj ji Almanyayê ez li stasyona (îstgeha) trênê ya Stockholmê peya bûm. Çawa deriyên trênê vebûn, rêwî bi dorê peya dibûn. Min ji nîvê vagonê li rêza rêwêyan nêrî. Ew wekî libên tizbiyê bi dîsîplîneke xweber yeko yeko bi bêhneke fireh ber bi derî ve dimeşiyan. Ne kesî kes dehf dida, ne jî kes bi kesî re diaxivî. Min di ber xwe de gotibû; hela li mezinan hal bû, lê ma zarokan jî zimanê xwe xwaribû?

Ez jî di nava wê bêdengiya ker û lalane de hêdî hêdî ber bi deriyê derve ve dimeşiyam lê guhê min li ser bihîstina dengekî cuda ji ferhenga zimanê vî welatî bû. Her kes gerregup bû. Kipênî ji kesî dernediket. Tenê dema li derketinê pê min ji pêpelokê şemitî û ez bi ser rêwiyekî de gêr bûm. Ew jî bi ser yeke din de… Baş bû ku tesîra domînoyê ji wilo zêdetir çênebû û em hemû bi ser hev û din de li erdê nebûn meşk.

Ez di dawiya salê de hatibûm dawiya dinyayê. Roj kurt û tarî bûn. Bi hawarî hatibûm lê wisa xuya dikir ku ez ê bi bêhnfirehî li vî welatî mabûma. Di tenêtiya şevên tarî de min hawara xwe gihandibû pirtûkan. Yek ji wan pirtûkên pêşî ku bi hawara min ve hatibû romana "Hawarî" ya Heciyê Cindî bû. Min bi xwendineke hêdî çêjeke wêjeyî jê wergirtibû. Rêwîtiya bi hawarî ya kurdên êzdî dabaşa romanê bû. Û roman bi devoka serhedan hatibû nivîsandin ku beşeke zaroktiya min lê derbas bûbû. Hevok û peyvên ji dema zaroktiyê ez di nava xeyalan de li welatê Serhedê vegerandibûm.

Heciyê Cindî ku bi Hawar a xwe hatibû hawara min, di wê demê de ez pêhesiyam ku wî û malbata xwe gelek janên dijwar ji destê Osmaniyan kişandibûn. Piştî ku Şerê Dinyayê yê 1'emîn dest pê dike, Artêşa Rusan ji ber tevliheviyên li Rusyayê xwe ji Kurdistanê vedikişîne, Osmanî jî, ji vê valahiyê sûdê werdigire, ew dikevin Qers û derdora wê. Malbata Heciyê Cindî jî, tevî ermeniyan direvin Ermenistanê û ew li Elegezê bi cih dibin. Ji şeş endamên malbatê, tenê ew û birayê xwe ji mirinê rizgar dibin.

Piştî vê hevnaskirina Hecî û Hawar a wî, meraqa min a li himberî wêjeya kurdên Kafkasiyayê zêde bû. Vê carê jî min dabû pey pênûsa Erebê Şemo. Sergermiya xwendina min a ku bi xwendina romana wî ya bi navê "Jiyana Bextewer" di destpêka êvereke şeva tarî ya li Rinkebyê destpêkiribû bi berhema wî ya bi navê "Berbang"ê li binya birçên bilind ên Kela Dimdimê qediya bû.

Piştî ku ez careke din bi xweşiya peyvên cemaeta bav û kalan şa bûbûm, min berê xwe dabû Kela Dimdimê. Erobê Şemo li jora bircan li min dinêrî û ji nişka ve pêpeloka hevokî ya ji peyvan kurdî honandî ji bircên bilind ên Kela Dimdimê berdabû xwarê û ez bi hesreta dîtina Xanê Çengzêrîn li yek tûşê hilkişiyabûm serê bircan û bûbûm şahidê amadekariya xort û keçên çeleng ên ji bo şerê giran. Navtêdan û halanên berxwedêran tevî hemû dorpêçên dijwar jî heta dawî bilind dibûn. Di wî şerê giran ê kurdan de tevî ku ew ji ber dorpêça giran tî û birçî mabûn, dîsa dêyên kurdan weledên xwe navêtibûn…

Lê dem û demsal derbas bûbûn û Kkurd ji ser axa xwe sirgûn bûbûn û li welatê xerîb û xurbetê bi cîh bûbûn. Li wî welatê wan ê nû şerekî giran ê dinyayê destpêkiribû. Jineke rusî tevî pêçeka xwe ya nûçêbûyî li maleke kurdan dibe mêvan û dilê wê li henûnî û dilovaniya jina kurd dibane û ew kurikê xwe digel nameyekê ji xanima malê re dihêle û diçe şer. Dayika rusî weledê xwe avêtibû dawa jineke kurd û berê xwe dabû Şerê Cihanê yê 2'yemîn. Egîdê Xudo bi vê çîroka xwe ya dirêj a bi navê Dê û Dêmarî em bi gelek pirsgirêkên olî û civakî re anîbûn hemberî hev û din.

07.06.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

**

Têbinî: Fotoyên ku Davut Ozalp kişandine ên Keleha Xoşabê ne.

 

**

  
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: 
http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne. 
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:

Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul
Telefon: 0212 -6266455

info@davetiyeonline.net       

Parve Bike

Youtube Me

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Vaye wehşet!

ad

Rektorî konsera Xecê betal kir

ad

Erd Agron: 'Jiyana ku em dibêjin, li ser wan hestiyan goşt digire'

ad

Dayê elim qerisî

ad

Îmamoglu mazbata girt û Wan jî bibîr xist

ad

Araf vê carê li ‘WÎB’ê tê lîstin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir

  • 16 09 2026
news

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

  • 16 09 2026
news

Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!

  • 16 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname