Diyarname
Li Tirkiyeyê ji bo kêmasiya butçeyê bê temamkirin hikumet her tiştan zem dike. Li gor vê yekê niha dê di warê cixareyê de OTV (Baca Xerckirina Tiştên Taybet) bê zêdekirin. OTV'ya cixareyê ku heta niha sedî 65 bû dê dexin sedî 69'an. Bi vê yekê jî berî sersalê dê sedî 25 zam li cixaneyê bê kirin.
Berî vê zemê cixareyeke 8 TL'yî 6 lîra 64 qiruşê wê bac bû û ev pere raste rast diket bêrîka dewletê.
Wekî notek: Piştî buhakirina cixareyê gelek kesî dest ji kirîna cixareyên paketkirî berdaye û berê xwe daye titûnê qaçax.
Jixwe Serokê TESK'ê (Konfederasyona Esnaf û Senetkaran gotiye ku ev zem qaçaxtînî xurtir dike.