___ Çidem BARAN___
Tirs û fikar berdêla çêbûna mirov e. Her ku zeman herikiye, mevrûsa tirs û fikaran girantir bûye. Tu mirov ji vê mîrateyê mehrûm nemaye, namîne. Sartre dibêje ku mirov giş ditirsin. Yê/a netirse ne normal e. Max Horkheimer di wê baweriyê de ye ku –ku ez jî wekî wî difikirim- tirs û fikar genetîk dibin. Di pirtûka xwe ya “Rawestandina Aqil” de mînakeke wiha daye: “Carinan, mîmîk û bertekên cihuyekî karsaz ê serkeftî, tirs û fikara ku bav û kalên wan tim jiyane diteyisîne”.[1]
Roja ku Adem û Hawa bêemriya Xwedê kirin û wan ji dara genim xwar û pêv ne tenê gunehê mevrûs; tirs û fikara mevrûs jî xistin barê mirovan. Hîn ji dema beriya vê çîrokê mirovahiyê heya sedsala 21’emîn jî tirs, fikar û guneh bi awayekî mîrate bi xwe re anîne.
Mirov tim tirsiyane û fikar kirine. Ji sermayê, germê, ji heywanên dirinde, ji dengên xerîb û yên hundirîn, ji siyên xerîb û yên xwe, ji hêza xwe û xwezayê tirsiyane û fikar kirine. Ji loma şikeft kolane, amûr afirandine, heywanên ku ji wan tirsiyane tune kirine, kedî kirine. Têrê nekiriye wêneyên wan li ser şikeftan wênandine da ku rihê wan jî bikin ên xwe. Ango hêza wan di xwe de vehewînin. Her ku wan xweza guherandîye ew jî bi xwezayê re guherîne. Tirs û fikarên wan jî guherîne, zêde bûne. Berê xwe dane deriyên nû. Ew deriyên nû ew fêrî tiştên nû kirine. Niştecih bûne, pir bûne, bi hêz bûne û ji hêza aqilê hev tirsiyane.
Tirs û fikara wan berê wan daye ezmên. Yezdan û şeytanê di sûretê xwe de heyî kirine û danîne valahiya ezmên. Bi wî awayî hem serweriya ezmên û hem jî ya erdê kirine. Aqil, bi civak, olê tatmîn nebûye şaristanî, metrepol, makîne ava kirine. Nebûye mirov kirine wekî makîneyan; di bajarên modern de mirov-makîne xistine bin çavan. Îja tirs û fikarên wan jî bûne çêkirî wekî wan.
Çêkirîbûna ku bi Şoreşa Endustrîyê (1750) dest pê kiribû di sedsala 21’emîn de êdî tu cih û beledên ku xwe negihandibiyê nemaye. Di destê dînê Dataîzmê de mirov êdî bûne kobay. Aqilê a niha yê serdest dikare tirs û fikarê heyî jî tune jî bike.
Ger em vîrusa Covîd-19’ê wekî ku tê gotin vîrûseke sûnî deynin holê em ê bibînin ku xof û tirsan bê çawa diafirînin. Hîn di serê serdema 20’emîn de fikirdar Benjamîn ji aqilê mirovahiyê ku a niha gihîştiye tirsiyabûnê û ev pasaj nivîsîbû: “Xerîb-bûna mirovahiyê ya li hember xwe hatiye wê astê ku, wê tunebûna xwe wekî xweşiyeke estetîk bijî”.[2]
Ger em vegerin û di çarçoveya hunerî de li tirs û fikarê mêze bikin, em dikarin tabloyeke wiha deynin holê; di Serdema Pêşîn de huner di çarçoveya sêhrî de dihat afirandin; di Serdema Navîn de di ciyê rîtuelên sêhrî de rîtuelên dînî cih girtin; di Ronesansê de kulta olî veguhezî kulta bedewiyê. Di dema Hunera Modern de êdî binhişî, li xwe û li xwezayê vegerîn derdikeve pêş. Di sedsala 20’emîn de tirs û fikara her du şerên cîhanê diteyîse bizavên hunerî. Piştî sala 1989’an ku dîwarê Berlînê tê hilweşandin û Sovyet belav dibe Hunera Hemdem êdî serî hildide û gerdûnî dibe. Bi vê gerdûnbûnê re huner êdî dibe meta, dibe sermaye. A niha pirsgirêka mezin ew e ku wê hunermend çawa xwe ji wê sermayebûnê biparêzin. Xuyaye ne rehet e û berdêlên wê pir giran in.
Wekî fikirdarê girîng Soren Kîerkegaard jî dibêje: “Ger bi awayekî rast em karibin bi fikarbin, ha wê çaxê xala dawî em fêr bûne… her ku fikar kûr dibe asta mirov jî bilind dibe”.[3]
Tirs û fikar dikare mirov heyî jî tune jî bike. Tirs û fikar dikare me bi zirav jî me bê zirav jî bike. Di pergala kapîtalîzmê de derd û kula dayîna fatureyan mirov bê zirav kirine. Ji tirsa ku karibin fatureyên xwe razînin li gor çerxa pergalê dizîvirin û newêrin xwedî li nirxên xwe derbikevin. Ditirsin ku li pişt xwe mêzînin bikevin.
[1] Max Horkheimer, Rawestandina Aqil, Wer.: Orhan Koçak, Weşanên Metîs, Stenbol, 2018, r.143.
[2] Walter Benjamîn, Dîroka Fotograf a Kin, Wer.: Osman Akınhay, Pirtûkxaneya Agora, Stenbol. 2015, r. 95.
[3] Soren Kîerkegaard, Têgiha Fikarê, Wer.:Turker Armaner, Weşanên Kültür, Stenbol. 2013, r. 115.
**
Nivîsa Çîdem Baran a ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Li civakên di bin dagirkerîyê de peyîtandina hunermendên neteweyî


