logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

Li civakên di bin dagirkerîyê de peyîtandina hunermendên neteweyî

  • Dîrok: 09/10/2024
  • Beş: Serbest
___Çidem BARAN___

Ya ku kesan dike hunermendên civakekê û civak wan dike hunermendên xwe yên neteweyî kîjan nirx in, çi pîvan in? Ji bo civakên serbixwe ku ziman, çand, al, sirûda wan azad peyîtandina vê yekê ne zêde zehmet e. Heya ku hunermendê civaka serbixwe, civaka xwe red neke an jî civak wan hunermendan red neke bi hêla xwe ya bîyolojîk ji kîjan neteweyê bin hunermendê wê neteweyê li cîhanê tên pênasekirin. Lê em nikarin ji bo civakên bindest ku bi her tiştê xwe di bin mêtîngeriyê de ne vê yekê bibêjin. Heta ji bo çermsorik û reşikan ku bi her hawî hatine parçekirin; ji bilî rengê çermê wan, welat, çand, zimanê wan di nava zemên de hatine mehandin, rewş hîn xiraptir xuya dike. Reşikek, li kijan welatî bijî û bi çand û zimanê wan hunera xwe bike (wekî cihûyên hatine belavkirin li cîhanê) hunermenda/ê wê civakê tê naskirin.  Ji bo civakên bindest an jî hatine belavkirin, tunekirin, windakirin ji hev; bicihkirin, pênasekirin, binavkirina hunermendên wan ku bê hunermendê kîjan neteweyê ne ne hêsan e. Lê nirxên cîhanî yên lihevkirî, yekpar ên vî zemanî hene û karê me yê pênasekirina hunermendên neteweyî hêsantir dike.
ENTELLEKTUELÊN BI ALMANÎ NIVÎSÎNE
Walter Benjamin, Theodor W. Adorno, Max Horkheimer, Franz Kafka her çiqas bi eslê xwe cihûbin jî, cihûbûna xwe înkar nekiribin jî ji ber ku bi zimanê almanî berhemên xwe dane, ew di lîteratûra cihanî ya hevbeş de fikirdar û nivîskarên alman ên sedsala 20’emîn derbas dibin. Sedem çi dibe bila bibe; bila welatê wan tune be, bindest bin, zimanê wan hatibe qedexekirin, hatibe jibîrkirin, an jî ew bi zimanê xwe nizanibin; çi sedem be dîsa jî ew sedem wan nake fikirdarên cihû an jî nivîskarên civaka cihû. Cihû ne, lê ne nivîskarên wêjeya cihû ne. 
E.M. Cioran ku bi eslê xwe romen e, berhemên xwe yên pêşî bi zimanê xwe yê zikmakî nivîsîne û piştre zimanê dayîka xwe, civaka xwe terikandiye, berhemên xwe bi zimanê frensî lê kirine, di wêjeya cîhanê de nivîskarê frensî tê pênasekirin.
Her wiha gava em werin civaka xwe, em dibînin ku hîn di pênasekirina, binavkirina, bicihkirina hunermendên xwe de em cih didin nîqaşên ku ji hişê wan kesên ku mîsyoneriya mêtîngeran dikin derdikevin. Gava em nirxên cîhanî yên qebûlkirî ji bo xwe jî qebûl bikin, ez dibêjim wê ne hewceyî serêşandina zêde be û wê mîsyonerên dagirkeran rojeva civakê diyar nekin. 
YÊN SENDROMA XWE MEŞRÛ DIKIN
Ji bo berjewendiyên neteweya kurd divê civaka kurd nehêle yên ku sendromên giran dijîn, tovê zîhniyeta dagirker belav dikin, rojevên ku xisarê bide gelê kurd bînin holê. Yên ku dixwazin sendroma xwe meşrû bikin û  ew ên ku mîsyoneriya mêtîngeran dikin xisareke mezin didin huner û hunermendên neteweya kurd. 
Gava em dinêrin, di heman demên sedsala 20’emîn de Yaşar Kemal, Ahmed Arîf berê xwe dane zimanê serdestan, bi zimanê wan berhemên xwe lêkirine û Qedrî Can, Nûredîn Zaza, Cegerxwîn bi zimanê xwe berhemên xwe dane. Ger civaka kurd Yaşar Kemal wekî nivîskarekî hunera kurdî, neteweya kurd pênase bike naxwe Cegerxwîn, Qedrî Can, Nûredîn Zaza nivîskarên kîjan neteweyê ne? Ger mesele tenê bîyolojîk be nexwe cerdevanên ku rahiştine çek jî bila wekî parêzvanên welatê xwe bêne pênasekirin. Heman tişt e li gor min, ji ber ku yek radihêje pênûsa zîhniyeta dagirker, ê din radihêje çeka dagirker. Heta bi rehetî dikarim bêjim ku yên berê xwe didin pênûsa mêtînger, li qadên hunera dagirker digerin bêtir xisarê didin civaka ku biyolojîk jê ne. Ji ber ku peyvên, biwêjên, çîrokên, destanên, kêfxweşî û hêrsên, biziravbûnên, xwekirin û nexwekirinên, rabûn û rûniştinên, lîstikên, bazdanên civaka ku bîyolojîk jê ne dibin, dikin malê mêtîngeran. Xizmeteke kûr ji wan re dikin ku di nava zemên de derbeyên mezin li civaka di bin mêtîngeriyê de ye dikin ev xizmet. 
KSENEFON DIBE KURD? 
Pir hinek kesên ku sendroma zimanê mêtîngerê xwe dijîn di civaka me de, radibin, bê ku rûyê wan biêşe dibêjin: “Ma çi zimanî lê dike ne girîng e, ya girîng mijar e û mijar li ser kurdan be bes e.” Qet ne bes e. Ew tîmên dewleta dagirker ku bi salan tên welatê me, peywîra xwe dikin û piştre diçin, li ser kesên welatê me ango me dikin mijar, êdî evê wan wê bike nivîskarên neteweya kurd? Nivîskara tirk Asli Erdogan di romana xwe ya “Kirmizi Pelerînlî Kent” de qala çanda, jiyana bajarê Brezîlya Rio de Janeiro dike. Îja ev mijar wê, wê bike nivîskareke brezîlî? Ksenefon jî di pirtûka xwe ya “Anabasis” de qala kurdan dike û mirov dikare hîn zehf mînakan bide.  
Mijar çi dibe bila bibe ev wan nake hunermendên neteweyekê. Ya dîyarde zimanê berhemê ye ku bi çi zimanî lê kiriye. Nirxên rûniştî yên cîhanî yekbûyî ku hunermendek bi zimanê kîjan neteweyê binivîse dibe hunermendê wê neteweyê a niha derbasdar e. Sibe, du sibe wê dataîzm, hişê sûnî, aqilê cîhanî yê totalîter ê serdest; zimanan, sînoran, civakan, cihêrengiyên civakî bi ber kîjan heyîbûn û tunebûnê ve bibe em nizanin. 
DI HUNERA ŞÊWEKARÎ DE REWŞ ÇAWA DIYAR DIBE?
Di wêjeya civakên bindest de tespîtkirina nivîskarên neteweyî hinekî hêsan e, lê di Hunerê Şêwekarî de peyîtandina hunermendên neteweyî dibêjim qey ew qas ne hêsan e. Hunermendên ku bi hunerê şêwekarî dilebitin ku ziman, çand, nirx, sînorên wan di destên mêtîngeran de ne wê li gor kîjan nirxan, pîvanan wekî hunermendên neteweyî bêne pênasekirin? Ji ber ku zimanekî şênber, hevpar, bisînorkirî, tenê aîdê neteweyekê tê de tune ye. Hunerê Şêwekarî (Wêne, peyker, çînî, sêwira grafîkî, fotokêşî, hunerê vîdeo, hunerê camînî, seramîk, hunerê destan) xwediyê zimanekî bê deng e, xwediyê birengbûneke bêreng e, bi dawî û bêdawî ye. Hem şênber e, hem razber e. Hem rastî, hem rasteqînî tê de heye.
Ez wekî wênesazeke kurd bi rastî di hevpeyvînan de, di civatan de ku dipirsin, dibêjin; li Bakurê welêt kîjan wênesaz hene rih şipya ji min diçe. Nizanim çi bersivê bidim. Ji ber ku aniha aqilekî lihevkirî, hevpar ê civaka Bakurê welêt ku di pênasekirina wênesazên kurdên Bakur de hîn çênebûye. Dibînim ku civaka Bakurê welêt hema wênesazek biyolijîk kurd be çi seknê rê dide ji bo wan ne pirsgirêkeke û ji bo wan dibêjin “wênesazên kurd”. Çawa dibe ku di saziyên serdestên xwe de cih bigire, portreyên tunekira neteweya kurd biwêne, di medya civakî de fotoyê rêberê serdestê kurdan deyne pişt xwe, foto bikişîne û parve bike, tim derfehatî be, tim li aliyê  dagirker pariyên mezin biavêje devê xwe, di galeriyên mezin ên mêtîngeran de rûne; lê gava hewce jî bike wekî mîsyonerên xiristiyanî ku ji bo çermsorikan bixapînin Încîl dixistin destê xwe û diçûn welatê wan, ew jî carinan pîrtûka Ehmedê Xanî an jî peykerê wî bixe destê xwe û navê wî bixe nav lêvên xwe, ji her du aliyan biçêre, û dawiyê dîsa bibe “hunermendê kurd?” 
KINCÊN BUHA, DOLARÊN ŞÎN
Di vê meseleya girîng de divê civak giş, bi taybetî jî fikirdar, hunermend, siyasetmedar û rexnegir hişyar bin. Civak, her kesên ku biyolojîk kurd û bi hunerê şêwekarî dixebite ger wan kesan wekî hunermendê xwe pênase bike ji bo nifşên pêş wê rêya dejenerebûnê veke. Divê civak di pênasekirinê de tund tevbigere da ku her hunermend zirav negire ku bi hêsanî here ser sifreya dagirkeran. Em dibînin ku hinek wênesazên kurd dinerin ku çi bikin jî civaka kurd wan dixê ber dilê xwe, ew jî di rêyên ku dagirkeran ava kirine de û ew rê wan dibin atolyeyên mezin, mekanên ku egoya wan tatmîn dikin, kincên buha, dolarên şîn têde dimeşin. Û divê em bizanibin ku nifşê her zemanî cuda ye. Nifşê kapîtalîzma sedsala 21’emîn hinekî din li ser rehetiya xwe miriye û  ji loma divê ev rêyên ku dagirker cazip dikin bêne xitimandin. Her kes di tercihên xwe de azad e lê divê bizanibe ku tu tercîh ne bê berdêl in. Ya ku kesayetiyê diyar dike jî tercîhên wan in. Qebûlkirin û neqebûlkirina tercihan girîng e ji bo kesayetiyê. Û mafê civakê heye ku li hafizeya civakî vegere û ji ber tercihan kesan bidarizîne.
EM LI PAŞXANEYA WAN MÊZE BIKIN
Divê li vir em wekî civak li paşxaneya wan kesên ku bi Hunerê Şêwekarî dilebike meze bikin. Ew wênesaz an jî peykersaz; çi dikin, çi nakin, di saziyên serdestan de cih digirin an na, xizmetê ji serdestan re dikin an ji civaka xwe re dikin, di medya civakî de û heta di hemû qadên jiyanê de zimanê dagirker bikartînin an ê xwe, çiqas ji dil in, derfehatî ne an na; divê xal giş bên hesibandin û piştre bêne pênasekirin wekî wênesaz û peykersazên neteweyî.
Ji bo wênesaz, peykersazên ku qet nêzî teklîfên serdestan nebûne, bê atolye, galerî jiyane lê neçûne di atolyeyên, galeriyên serdestên xwe de cih negirtine; ji nirxên xwe tavîz nedane; wêneyên, peykerên ku xisarê bide hişê civaka kurd, hafizeya civaka kurd çênekirine, demoralîze nebin divê pîvanên me yên tund hebin.
EM JI BÊJINGKIRINÊ NETIRSIN
Têgihiştina wêne divê ku ew qas ne hêsan be, di civaka me de rexnegiriya hunerê şêwekarî pêş neketibe. Dîsa jî bi armanceke hişber divê aqilê civakê yê hevpar ne tenê li encama hunerê mêze bike, divê pêvajoya afirandina hunerê jî bizanibe, li gor wê bigihîje encaman. Di çar bergehan de divê encamê binirxîne ku neheqî li hunermendên şêwekarî nebe. Taybetî divê civak ji derûniya xwebiçûkdîtinê -ku palevanên serdestan bi zanebûn derûniyeke wiha tînin holê- xwe xilas bikin, xwe jê bistirînin, xwe jê biçinin. Ne çendahî, çawanî be biska serî. Ango em ji bêjinkirinê netirsin.
Divê êdî em xwe ji kesên ku sendromeke vîrûsî di xwe de vedihewînin, paradîgmayên dagirkeran muhefeze dikin, ji civaka xwe re palêxisarê ne xwe bistirînin. Êdî em nehêlin ku sendromên xwe, kirinên xwe meşrû bikin. Ez bawer im ku wê civaka kurd a pêşerojê bê hêstiyarî tevbigere, çar nikaran wê pêvajoyan û encaman binirxîne, kîjan hunermend çi heq dike wê, wê bixe destê wan, deynê ber navê wan. 
 

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 05 2026

Wêjeya zimanê devokî û Omer Dilsoz

news
  • 12 05 2026

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

news
  • 09 05 2026

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news
  • 08 05 2026

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

news
  • 08 05 2026

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

news
  • 05 05 2026

‘Li Hewşa Bêriyan’ evîn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Vane hemû Weşanxaneyên kurdan ên li Amedê stand vekirine

ad

PDK'ê destûr neda jinên Mexmûrî derbasî Rojava bibin

ad

Hunermend Îbrahîm Qadirî mir

ad

Ûrûgûay jî bilêt kir bêrîka xwe

ad

Kovara 'Kurt Tarîhî' êdî wekî dîjîtal jî tê firotin

ad

2020: Ji Rojavaya Asyayê 20 fîlmên serketî, 2 jê Fîlmên Kurdî ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname