Diyarname
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş beşdarî bernaveya Teke Tek a Fatih Altayli bû di televîzyona Haber Turkê de û li ser gelek mijaran axivî. Vaye ji wê axaftinên hin not:
- Di hilbijartinê de hedefa me ew bû em sedî 15 dengan bigirin. Me hinek ji hedefa xwe kêmtir girt. Em naxwazin hilbijartineke pêşwext çêbe, lê çêbe jî em natirsin, emê vê carê sedî 20 ji bo xwe bikin hedef, ji niha zêdetir emê dengan bigirin.
- Qala bi tehdîd girtina dengan digirin, kesek tenê jî bi tehdîd deng dabe, dabe kîjan partî bila bide, ha me, ha partiyek din ew ne dengek helal e. Ji me re dibêjin bi tehdîd deng girtin. Em li Stenbolê partiya sêyemîn in, ma me li Stenbolê jî bi tehdîd girtin? Ger li Stenbolê jî bi tehdîd me deng girtibin wê çaxê dewlet nemaye.
- Koalîsyoneke AKP-CHP mimkûn e. Sê rêgezên me yên bingehîn hene, demokrasî, edalet û aştî. Kîjan koalîsyon xwedî li van rêgezan derkeve emê piştgirî bidinê. Bila ew koalîsyona AKP-CHP, yan AKP-MHP be, ferq nake.
- Me got em te nakin serokdewlet. Ev gotina me ne ji bo şexsek,kesek bû, em dijî vê feresatê ne. Min jî bikin serokdewlet ez qebûl nakim, em dijî tiştek wisa ne.
- KCK divê hê bisebin tevbigere. Ji bo em PKK ji asta tehdîdê derxin pêdivî bi muzakereyan heye. Ger guh bida bangên me serê sibê heta êvarê meyê bang bikira. Ez ji vir bang dikim, bila PKK li hemberî Tirkiyeyê çekan bikar neyne. Li vir kî bang bike dê guh bidin, Ocalan. Wî jî eşkere kir ku di rewşek çawa de dê bang bike.
- (Li ser pirsa Rojava) Ji dêvla ku artêş bikevi wir em siyasetmedar çima naçin wir? Ligel PYD'ê parastina sînoran hê dê bi ewletir be. Lê PYD jî divê vê bibîne bê Tirkiyeyê nabe. Çareseriya Tirkiye û PYD'ê bila ji bo Sûriyeyek nû xizmetê bike.
- Derdê kurdan ne parçebûn e, ew dixwazin bila neheqî ji holê rabin. Em dewletek cuda naxwazin, em bi hev re bijîn lê em qada azadiyan fireh bikin.
- Yê ereban 22 dewletên ereban hene, çima dewletek kurdan nebe. Mafê kurdan heye xwe bi rê ve bibin. Bila Tirkiye ji vê netirse, bi destê wê de bigire. Bila bibêje ez ji te natirsim, tu jî netirse.
- Dewlet li qutbê dewletek ava bike, wekî ku wê Tirkiye here mudexele bike, rewşek wisa heye. Axa bakurê Sûriyê aîdê gelê qedîm ê wê derê ye. Amerîka piştgirî dide wir tu aciz dibî, wê çaxê tu piştgirî bide.Çawa tu dibêjî min tir ji bo tirkên Bayirbucakê şandin, bibêje min ji bo Kobanî jî şandin. Vê bike, wê çaxê dê tirsa te ji holê rabe.