Diyarname
Saziya diyarkirina dereceya krediyê ya navneteweyî Fitch Ratings got ku di sala 2020'an de li dinyayê dê reseyyon* çêbibe.
Saziyê ji ber vîrusa koronayê rapora xwe ya Rewşa Aboriya Gerdûnî nû kir û got ku li dinyayê aborî dê sedî 1.9 teng bibe, di sala 2021'ê de bilindbûn/mezinbûna aborî dê dor sedî 4.3 be.
Li gor Fitch Ratings îsal dê aboriya DYA'yê dor 3.3 teng bibe, sala bê sedî 3.8 bilind bibe. Rapor dibêje li Herêma Euro jî îsal dê dor 4.2 tengbûn çêbe, sala bê sedî 2.9 bilindbûn çêbe.
Fitch Ratings li ser Çînê jî diyar dike ku îsal 1.6 bilindbûn dê çêbe, sala bê 7.6... Her wiha ji bo Çînê jî gotine ku îsal dê aboriya wan 2.7 teng bibe, sala bê 2.2 bilind bibe.
Ji bo Tirkiyeyê gotine ku îsal dê 0.7 aborî pêş bikeve, sala bê dê ev sedî 4.5 be.
*Di aborî de peyva resasson di wateya rawestin/pêşneketina aboriyê ye. Resasyona dirêj dibe sedema têkçûna aboriyê.