Mêrdîn
Şaredarıya Şemrexê bi navê "Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan" mîhrîcanek lidar dixe. Niha bernameya mîhrîcanê hat eşkerekirin.
Mîhrîcan wê rojên 11 û 12'yê mehê, du rojan bidome. Di mîhrîcana ku li Qada Cumhuriyetê wê bê lidar xistin de, dê çalakiyên wekî pêşengeha wêneyan, dîwana dengbêjan û konser werin lidarxistin.
Hevaşaredarên Şemrexê Kudret Uçuk û Hamdîn Demîr gel vexwendin mîhrîcanê.
Bername bi vî rengî ye:
11'ê Kewçêrê:
- Vekirina Pêşangeha Wêneyan, saet 11.00.
- Dîwana Dengbêjan, saet 14.00
Beşdar: Dengbêj Kurdê, Eylul Nazlier, Dengbêj Mûkaddes
- Konser, saet 19.00:
Hunermend: Işik Berîn, Mizgîn Tûran
12’yê Kewçêrê:
- Panel: Qirkirina Çandî, saet 13.00
Moderator: Lîsa Çalan/ Axifger: Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî
- Şanoya Zarokan “Sê Ezezok”, saet 14.00
- Danasîna Cilên Herêmî û Konser, saet 19.00
Hunermend: Sorjiyan, Ayfer Duzdaş


